Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji bo sezona nû amade ye

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Lîga Superê de têdikoşe, îsal di Koma B ya lîgê de bi 10 tîman re têdikoşe. Lîstikvanan dan zanîn ku yekane armanca wan şampiyonî ye û ji piştevanan re banga piştgiriyê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku li Tirkiyeyê di Lîga Super a Futbolê ya Jinan a Turkcellê de li qadên kesk têdikoşe, ji bo maçên sezona nû bi tempoyek mezin xwe amede dike. Tîma ku îsal di Koma B ya lîgê de dê bi 10 tîman re rû bi rû were, di maça xwe ya ewil da dê Konak Belediyesporê bixe mêvan. Futbovanên jin ên ku hemû rojên hefteyê antremanan dikin diyar kirin ku di lîgê de yekane armanca wan şampiyonî ye û ew ê ji bo vê yekê derkevin qadê.

"Yekane armanca me şampiyonî ye"

Tîma Amedê ya ku dê di komê de bi tîmên wek Galatasaray, Fenerbahçe û Kireçburnu re têbikoşe, roja Yekşemê dê lîstika xwe ya ewil bilîze. Ji lîstikvanên tîmê Sultan Demîr, diyar kir ku ew bi moral û bi hêvî ne û tenê li ser serkeftinê radiwestin. Sultan Demîr têkildarî sezona nû ya ku dê dest pê bike, wiha got: “Armanca me ya îsal teqez şampiyonî ye. Em dixwazin bibin şampiyon. Îsal me gelek  transferên pir baş girt û tîmek me ya bihêz heye. Em ê ji maça xwe ya ewil jî bi hêz û biryardar derbikevin. Hefteya li pêş jî em ê derbikevin deplasmana Stenbolê. Em her rojên hefteyê antreman dikin. Em pir baş û bi moral dest bi sezona nû dikin. Ev antremanên me ji bo me pir tijî derbas dibin.”

Em ê polemîk û lîncê tune bihesibînin û ji bo serkeftinê derkevin qadan”

Sultan Demîr diyar kir ku ji ber navê Amedê, bi gelemperî di deplasmanên diçin de bi pêşdarazî re rû bi rû dimînin û da zanîn ku ew jî gelek caran rastî bûyerên li dijî tîma A rû bi rû dimînin. Sultan Demîr bal kişand ku ew ê li qada ku ji bo spor û futbolê derdikevin, polemîk û lîncan tune bihesibînin û ji bo serkeftinê derkevin qadê û wiha axivî: “Em li vir werzîşê dikin, armanca me bi toplîstine ew e ku tevî em tu gotinan nabêjin jî tîma dijber van tiştan dike. Tiştên ku ji Tîma A re tê kirin, li me jî tê kirin. Me par jî mînaka vê yekê di maça Fenerbahçeyê de dît. Em rastî lêdan û heqaretan hatin lê bûyer li ser medyayê rengekî siyasî hat destgirtin û me lînç kirin. Helbet em ê dîsa serî ji wan re netewînin, bi her awayî li maça xwe û lîstika xwe binêrin.”

"Em dixwazin lîgê bi encamên herî baş biqedînin"

Yek ji lîstikvanên din a tîmê Tulay Ateş jî der barê sezona nû de wiha axivî: “Armanca me şampiyonî ye û ji bo vê me zû dest bi sezonê kir. Her tişt ji bo me niha pir baş pêş ve diçe. Moral û ruhê tîmê jî pir baş e. Em dixwazin her tiştî bi ser bixin û lîgê li cihekî pir baş biqedînin. Pir girîng e ku di vê pêvajoyê de piştgirên me jî piştgiriyê bidin me. Em wan vedixwînin hemû maçên xwe.”

"Em li benda piştgiriyê alîgirên xwe ne” 

Ji lîstikvanên ku herî dawî axivîn Remziye Bakir jî diyar kir ku piştevaniya alîgiran ji bo wan gelekî girîng e û hemû alîgiran vexwend maçên ku bên lîstin. Remziye Bakir bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di dawiya vê hefteyê de maçeke me ya pir xweş heye. Di vê lîgê de armanca me jî diyar e. Em dixwazin di van maçan de bi ser bikevin, tîmê bigihîjînin cihên baştir û navê Amedsporê jî ragihînin. Çi lîga şampiyonan be, çi jî li Tirkiyeyê be, em dixwazin navê Amedê nîşan bidin. Em bi tempoyek mezin xwe ji bo lîgê amade dikin û ev tempo dê heta lîstika dawî jî berdewam bike."