Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê ji bo maçên sezona nû amade ye

Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê ku di lîga super de têdikoşe, wê derkeve maça destpêkê ya sezona 2021-2022’yan. Tîma ku wê bi reqîbên zehmet re derkevin pêşberî hev, bi tempoya antrenmaniyeke giran xwe ji bo sezona nû amade dike.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê ku di lîga super a futbola jinan a Turkcellê de têdikoşe, amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû berdewam dike. Tîm di koma A’yê de wê bi klûbên mîna Fenerbahçe, Beşîktaş û Hataysporê re têbikoşe, niha jî ji bo maçên ku wê dest pê bikin, ji pêvajoya antrenmaniyeke giran derbas dibe. Futbolerên jin destnîşan kirin ku ew bi azweriya xwe û bi piştgiriya alîgirên xwe armanc dikin ku serkeftî derkevin.  
“Ji bo sezona nû pir dişixulin”
Ji lîstikvanên tîmê Yagmur Bor destnîşan kir ku wê di vê sezonê de bi 24 tîmên koma xwe re derkevin pêşberî hev. Yagmur Bor anî ser ziman ku ew giranî didin ser teknîk û taktîkan, her roj dişixulin û got; “Me ji bo vê sezonê xwe pir baş amade kir. Li gorî min em ê bersiva vê bigrin. Li gel tîma futbolê, li Amedsporê lîstin ji bo min tiştek cuda ye. Ji ber ku li herêma xwe dayîna kedê, şanazî û rûmetê dide mirov. Ev yek hîn bêhtir şewq dide mirov.”
“Jinan li qadê hin qalib û têgehên paşverû yên civakê veguherandin”
Yagmur Bor bal kişand ku ruxmê pêkutiyên civakî futbola jinan her roja derbas dibe bêhtir bi  pêş dikeve û got; “Civak, mîna voleybol, basketbolê bi awayekî erênî li lîstina futbola jinan mêze nake. Wisa difikre ku ‘jin nikarin bikin, hêza wan nîn e yan jî lîstikek hişk e.’ Lê em bersivên vê li qadê didin. Futbola jinan her roja ku derbas dibe bêhtir bi pêş dikeve. Jin her tim di bin pêkutiyê de ne û em li hemû qadan bersivên xwe yên li hemberî van pêkutiyan didin. Werzîş jî yek ji van qadan e. Bila alîgirên me jî piştgirî bidin, me tenê nehêlin, em ê hêza xwe li hemû qadan nîşan bidin.”
“Baweriya me tam e”
Ji lîstikvanên jin ên tîmê Aygul Poyraz jî anî ziman ku ev sezon ji bo wan wê bibe sezoneke zehmet û got; “Bi awayekî zehmet me dest bi sezonê kir. Antrenmanên me yên zehmet çêbûn. Ji bo em maçên ku derdikevinê bi ser bixin, çi ji destên me bê em ê bikin. Li welatê me girîngî ji futbola jinan re nayê dayîn lê em ê hêza jinan nîşan bidin. Futbol min pir kêfxweş dike û şanazî dide. Bi piştgiriya alîgirên xwe jî em armanc dikin ku di hemû maçan de serkeftî bin.”