Tîma Berxwedan di lîgaya fotbolê ya jinên ciwan de bi serket

Lîgaya fotbolê ya jinên ciwan piştî du mehan bi ragihandina serkeftina tîma Berxwedan bi dawî bû.

 
Kobanê- Desteya Ciwan û werzîşê di 29`ê Hezîranê de lîgaya jinên ciwan ya fotbolê li ser asta herêma Firatê destpê kir. Di lîgaya ku li ser du pêvajoyan hat birêve çûyîn, 7 tîm beşdarbûn. Di lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê de matça dawî ya lîgayê di navbera tîma Berxwedan û Roşîn de hat lîstin. Matş bi serketina tîma Berxwedan bi 3`ê golan bi dawî bû.
"Lîgayeke xweş û bi wate bû" 
Endama komîteya lîgayê Medya Mihemed behsa lîgayê kir û got: "Piştî du mehan îro lîga bi dawî bû. 7 tîm beşdarbûn ku 140 jinên ciwan lîstin. Di asta yekemîn de tîma Berxwedan  û di ye duyemîn de jî tîma Yekîtî bi serketin. Gelek tîm nû hatibûn ava kirin, lê bi demê re ew jî gihîştin asteke baş. Bi giştî lîgayeke xweş bû ku mirov bikaribe di pêşerojê de heman çalakiyan pêk bîne."
"Me berhemên keda xwe bi serkeftinê pêşwazî kir"
Kaptina tîma Berxwedan Wedha Hemze ya 19`e salî kêfxweşiya serkeftinê bi lêv kir û got: "Ev nêzî salekê ye ku ez di tîma Berxwedan de cih digirim. Min ev tîm hilbijart ji ber ku min rihekî cuda tê de dît. Cara yekemîn bû em di lîgayeke bi vî rengî de dilîzin, ji lewra ez gelek kêfxweşim. Me weke tîm kedeke mezin da, him di perwerdeyê de û him jî di matçan de. Ji ber vê ez gelek kêfxweşim ku keda me bi serkeftinê bi dawî bû. Asta hemû tîman jî gelek xweş bû û ez ji wan re serkeftinê dixwezim. Hêviyên min yên di pêşerojê de ewe ku ez bikarbim di asta nav netewî de bilîzim jî."
"Emê hewil bidin ku asta xwe bilind bikin"
Kaptina tîma Roşîn Fatma Hisên atmosfera Lîgayê anî ziman û got: "Me di lîgayê de asta çaremîn girt. Raste ku em îro di matçê binketin, lê me demeke xweş û bi sûd jiyan kir. Em serkeftina tîma Berxwedan pîroz dikin û emê di pêşerojê de hewil bidin ku asta xwe bilindtir bikin.
Piştî ku matç bi dawî bû Desteya Ciwan û werzîşê bi merasîmekê bi dawîbûna lîgayê pîroz kir. Rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê Xûnav Xelîl axivî û got: "Ev cara yekemîn e ku çalakiyeke bi vî rengî tê li darxistin, ji ber vê ev gaveke gelek girîng e ku mirov qalib û hişmendiya paşverû têk bibe. Ji ber vê em îro gelek kêfxweşin û bi serbilindî lîgayê bi dawî dikin.
Baweriya me heye ku wê hemû lîstikvanên jin xwedî pêşerojeke serkeftîbin."
Pişt re Desteya Ciwan û werzîşê Tîma Berxwedan û lîstikvanên wê xilata asta yekemin girtin û tîma Yekîtî jî xilata asta duyemîn girtin. Her wiha bi taybet golparêza tîma berxwedan û kaptina wê, her wiha kaptina tîma Yekîtî û kaptina tîma Roşîn xilat wergirtin.
Merasîma pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.