Tenîsvana Tûnisî Ons Jabeur dê beşdarî turnuvayê nebe

Hat ragihandin ku şampiyona Tûnisî Ons Jabeur dê beşdarî Adelaide International Tournament 2'an nebe.

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Tenîsvanên Profesyonel diyar kir ku Ons Jabeur ji ber êşa xwe ya piştê biryar daye beşdarî Tûrnûvaya Adelaide International 2’an nebe.

Komeleya Lîstikvanên Tenîsê yên Profesyonel îro ragihand ku Ous Jabeur dê beşdarî Tûrnûvaya Navneteweyî ya Adelaide 2’an ya, yek ji amadekariyên Pêşbirka Tenîsê ya Avusturalya ya Vekirî ye, nebe. Berî dawîbûna koma yekem, Ons Jabeur di pişta xwe de seketiyek derbas kir û tevî vê yekê jî maça xwe domand. Lê roja Yekşemê, li ser hesabê xweya medyaya dîjîtal wiha nivîsî, "Spas Adelaide, sala bê emê hevdu bibînin."