Taxima fûtbolê ya jinan a Iraqê di tûrnûvaya Rojavayê Asyayê de serkeftin bi dest xist

Taxima futbolê ya jinan a Iraqê di tûrnûvaya Rojavayê Asyayê de li hemberî taxima jinan a Sûdî bi 4 golan serkeftinê bi dest xistin.

Nevenda Nûçeyan - Şeva borî bi merasîmekê li hola ‘Al Cewher El Mişet’ ya bajarê Cidê ya welatê Sûdî komîteya rêxistina tûrnûvaya fûtbola jinên Rojavayê Asya taxima herî baş ya tûrnûvaya fotbolê aşkere kir û xelat  dan taxima ku serkeftinê bidest xistiye.

Di tûrnûvaya sêyem ya fûtbola jinan a Rojavayê Asya de, taxima fûtbolê ya jinên Îraqê ku di nav de 9 lîstokvanên û kaptanê taximê Kurd in, serkeftinê bidest xistin. Ji qonaxa yekem heta fînala tûrnûvaya jinên Rojavayê Asya taxima Iraqê 4-2 taxima Sûdî bin xist û serkeftinê bidest xist. 

Di tûrnûvayê de Seba Tofîq a di taxima Sûdî de xelata herî baş ya tûrnûvayê girt.

Zehra Elî ya di taxima Behreyn de xelata herî baş ya golan bi dest xist.

Di heman demê de Şoxan Salîh a di taxima Iraqê de xelata herî baş ya golan bi dest xist.