Soma di giran hilgirtinê de pileya yekem bi destxistiye

werzîşvana giran hilgirtinê Soma Fazil Abdi diyar kir ku her çiqasî ji bo ciwaniya fizîkê hatiye cihê werzîşê, lê belê piştre biryara xwe guhertiye û niha di nava Iraqê de bûye werzîşvanek naskirî.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Soma Fazil Abid a 21 salî ya li Zanîngeha Silêmaniyê Beşa Hemşîretî (persdarî) xwendiye berî sê salan ji bo ciwankariya fîzîkî berê xwe da qada werzîşê. Her çu heskirina wê ya werzîşê ew ber bi serkeftinên mezin ve bir. Di qada werzîşê de bi nasnama rakirina giraniyê hatiye nasîn û pile girtiye. 
“Min karî di aliyê werzîşê de encamek baş bi dest bixim”
Soma Fazil Abid dide zanîn ku rêveberiya Helepçe piştgiriya jinan û ciwanan nake, lê belê malbata wê gelek bi wê re bûn alîkar ji bo bibe werzîşvanek baş û wiha got: “Despêkê ez ji bo ciwankirina fizîkê hatibûm dema ketim navê mamostayên vêderê bi min re bûn alîkar û piştgiriya min kirin. Ji bo ez bibim werzîşvanek baş di ber min de ked dan. Baldariya mamostayan heskirina min a werzîşê zêde kir û min karî di aliyê werzîşê de encamek baş bi dest bixim. Jin di karin bi rêya werzîşê tendirustiya xwe bi parêzin û xwe bi tiştên din ve mijul nekin, ji ber aramiya derunî di cihê werzîşê de peyda dibe. Nêzî sê salane ez werzîşê dikim, ji derveyî feydeyê tu ziyan ne daye min.”