Sîham Amer şampiyona lîstikên lihevdanê ya Yemenê ye

Perwerdekirina 1000 jinên Yemenî di aliyê hunera kickbox û guhertina fikra civakê ya li ser werzîşa jinan daxwaza Sîham Amer e ku yekem jina Yemenî tê dîtin ku wek yekem profesyonel di werzîşa kickboxingê de ketiye qada lîstikên lihevdanê.

RANIYA EBIDULLAH
Yeman - Pirsgirêkên mezin ên li Yemenê hîn jî rê li ber werzişa jinan digire. Tevî pêşkeftinên ku cîhan gihayê jî rê nayê dayîn ku jinên Yemenî xwe fêrî hemû cûrên werzîşan bikin. Sîham Amer a 24 salî li hember çanda mêrsalarî ku pêşî li pêşketina jinan digire û lîstina keçan ya werzîşê şerm dibîne li ber xwe da û bi serket. Wê xwe gihand gelek şampiyoniyên Erebî û navdewletî û bi serkeftinên xwe yên qada werzîşê gelek xelat bi dest xistiye. Sîham Amer ku di temenek biçûk de dest bi werzîşê kiriye di derbarê xwebatên xwe yên werzîşê de ji ajansa mere axivî.
Sîham Amer da zanîn ku wê ji temenê 6 saliyê dest bi werzîşê kiriye û got: “Di 6 saliya xwe de min dest bi hunera werzîşê kir û min dest bi perwerdeya karateyê kir, piştre min dest bi perwerdehiya kung fu, kickboxingê, Muay thai, parastin û şerê pêşîlêgirtinê kir. Yekem şampiyoniya ku mi bi dest xistî di sala 2006’an de di şampiyoniya Komarê ya keçan bû ku min madalyaya zêr bi dest xist.”
Xelatên Sîhan girtine
Sîham Amer da diyar kir ku wê pênc kemberên reş di çend lîstikên şer de bi dest xistiye û amaje kir ku şampiyoniya wê ya yekem di kickboxingê û Muay Thai de tevlî şampiyoniya erebî ya heştemîn a sala 2017'an bû dema ku wê xelatên zêr û zîv bi dest xist. Sîham Amer tevî şerê Yemenê û bi giştî rawestandina jiyana werzişî, teslîm nebû û di sala çarem a destpêkirina şer de, karî derbazî derveyî Yemenê bibe û beşdarî şampiyoniya Boksê ya Cîhanê bibe ku li Belarûs hat li darxistin, piştî di nav 23 welatên ku beşdarî tûrnûvaya 2017'an bûbû de bû yekem û madalyaya zêr bi dest xist. Sîham Amer medalyaya zêr di şampiyoniya sêyem a yaneyên Erebî ya Muay Thai de sala 2018'an li Urdunê, sala 2019’an medalya zêr û tûnc di şampiyoniya yaneyên Navdewletî ya Waco de û sala 2020’an jî medalyayek tûnc di yekem şampiyoniya Shadow Fight a li Omanê de bidest xist. 
“Tevî qedexeyên cîvakî jî min dest ji hunera xwe ne berda”
Sîham Amer bidestxistina wan madalya û kemberan ne razî bû, piştî ku hunera lihevdanê tenê para mêran bû û tevî qedexeyên li ser jinan, karî bibe rahênera yekem di lîstikên lihevdanê û çendîn werzîşê din li Akademiya Navdewletî ya Sana ya navenda Yemenê de. Sîham Amer zêdeyî 170 jinên ciwan di hunerên şer û werzîşên din de perwerde kir û bû alîkar ku ew bikarin hemû astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin. Sîham Amer wiha behsa zoriyên kêşaye kir: “Dayika min di nav wan kesên ku destpêkê red dikir keç bejdarî werzîşan bibe, civak ji bo min astenga herî mezin bû, ji ber reddikirin ku jin an keçek bibe rahênera werzîşê an lîstikvanek ya şer. Diya min destpêkê di nav redkeran de bû lê piştî ku dît ez dikarim rûbirû bibim û ji qada ku min hilbijartî hez dikim, pê bawer bû û ez bi awayekî bê hempa bi ser ketim. Min kickboxingê hilbijart ji ber ku ew hemû lîstikên şer li hev dicivîne. Ez yekem jina Yemenî bûm vê lîstikê dilîzim û min karî bibim yek ji jinên Yemenî yên boksê dilîzin, tevî qedexeyên civakî.”
Lîstikvan Sîham Amer ne tenê ye di civakek kevneperest de rastî zehmetiyan hatiye, xwendevana wê Aliya Elî ya 15 salî jî bi nêrîna civakê ya neyînî re rû bi rû maye wiha got: “Ez tevlî Akademiya Navdewletî bûm ji bo rahênanê ligel kaptan Sîham beşdarî şampiyoniya Shadow Fight bûm û ji wê fêrî di serkeftinê de israrê bûm.”