Lîstikvana tenîsê Ashleigh Barty ragihand ku dev ji tenîsê berdide

Lîstikvana tenîsê Ashleigh Barty ragihand ku dev ji tenîsê berdide

Navenda Nûçeyan – Yekane jina jêhatî ya tenîsê Ashleîgh Arty a Avûstralyayî ragihand ku dest ji tenîsê berdide.

Tenîsvana 25 salî ya ku bi serkeftina xwe ya Tûrnûvaya Tenîsê ya vekirî ya Avusturalyayê, bi kupayê dest bi sezonê kir, bi parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dev ji tenîsê berdaye. Di parvekirina xwe de wiha got: "Ev roja ku ez radigihînim ku min dev ji tenîsê berdaye, ji bo min rojeke zehmet û tijî bi hest e. Ez ji bo her tiştê ku vê werzîşê daye min pir kêfxweş im, bi serbilindî û tetmînbûyî dihêlim. Ji bo her kesê ku di vê riyê de piştgirî daye min spasî dikim û ez ê her dem ji bo bîranînên ku me bi hev re ji bo jiyana xwe afirandine, minetdar bim.” Tê payîn ku Ashleigh Barty di demek nêz de, li ser vê mijarê civîneke çapemeniyê li dar bixe.