Semîra Îmanî ya Îranî dê di lîgên Ewropayê de rahêneriyê bike

Werzişvana pîşeyî ya Îranê Semîra Îmanî dê di lîga Ewropayê de rahêneriyê bike.

Navenda Nûçeyan- Werzişvana pîşeyî Semîra Îmanî ya li welatê xwe ji dervayî voleybolê di warê melevanî, tenîs û jîmnastîkê de serkeftin bi dest xistiye, dê di lîgên Ewropayê de rahêneriyê bike.
Semîra Îmanî ya di sala 1984’an de li bajarê Îsfehanê ya Îranê ji dayik bûye û di warê birêvebiriya werzişê de xwediyê bawernameya masterê ye. Semîra Îmanî ku heta sala 2013'an bi awayekî profesyonel voleybolê lîstibû, di şaxên werzîşê yên cuda de jî weki navek serkeftî tê naskirin.
Di heman demê de Semîra Îmanî ku bi salane tercrubûya xwe bi perwerdekirina lîstikvanan vediguhêze, dê pîşeya xwe ya werzişê bi rahêneriya lîga Ewropayê bidomîne.
Werger: JINHA