Rêbîka Eqil: Asta Basketbolê kêm bûye

Di sala 2014’an de Rêbîka Eqil di şampiyoniya Ereb de dibe lîstikvana herî baş. Li ser wê yekê dibêje; “Ez nikarim vê şampiyoniyê ji bîr bikim, ji ber ku beriya ez beşdar bibim du armancên min hebûn, a yekem, serkeftina şampiyoniyê bû ya duyem jî zanîna nave lîskikvanên herî baş.”

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Rêbîka Eqil tu carî nedihîşt ku pandemiya koronayê bandorê li werzîşa wê bike. Rêbera tîma basketbolê ya Lubnanê li hemberî rewşa aborî û tenduristî li ber xwe da û çû Yunanistanê da ku behreyên xwe bi pêş bixe û xewna xwe ya ku di 4 saliya wê de dest pê kiribû pêk bîne.
Bi xirabûna rewşa aborî û tenduristiyê asta basketbolê kêm bû
Rêbîka Eqil têkildarî rewşa basketbolê ji ajansa me re axivî û li ser rewşê wiha dibêje; “Piştî belavbûna nexweşiya koronayê û xirabûna rewşa aborî û tenduristî li Lubnanê, asta basketbolê kêm bû, lîstikvanên biyanî di tîmên Lubnanê de tunebûn, bi wê yekê re ew asta ku lîstikvanên biyanî di yaneya Lubnanê de pêşkêş dikirin kêm ma. Di heman demê de, yane nema dikarin wekî berê dirav bidin lîstikvanan. Ev yek jî bû sedem ku hin ji wan dev ji lîstika basketbolê berdin an biçin asta duyemîn ji ber ku asta yekem pir dema wan digire û di bedêlê de tiştek nade wan. Ez bawer dikim ku paşvemayîna asta tîman dê di demên pêş de bandorê li ser basketbolê bike.”
Wekî lîstikvan, em pêşbaziyên hevrikî baştir dibînin
Rêbîka Eqil dibêje; “Paşvemayîna asta tîmên din min aciz dike ji ber ku dê yane ji pêşbaziyeke rastî bêpar bimîne. Em wek lîstikvan dixwazin ku di hemû pêşbaziyan de bi bi ser bikevin. Basketbola jinan li Lubnanê hewceyî piştgiriya madî û manewî ye. Em niha lîstikvanên profesyonel winda dikin. Gelek lîstikvanan biryara koçberî û rawestandina lîstikê dane.”
Di yaneya Yunanistanê de zext mezin elê peywir hêja ye
Rêbîka Eqil dibêje; “Rola min wekî lubnanî di yaneya Lubnanê de û wekî biyanî di yaneya Yunanistanê de cuda ye. Zext di yaneya Yunan de mezin e, di wir de ji mirov bi awayekî rojana perwerde tê xwestin ji ber şaşiyek biçûk dibe ku tu jê werî avêtin. Ev yek bi xwe jî zext e. Lê ew nayê wateya ku ez nebim lîstikvaneke biyanî di yaneya Yunanî de.”
Rêbera tîma Lubnanê ya basketbolê, Rêbîka Eqil dibîne ku beşdariya wê di yaneyên Yewnanê de wek zêdebûneke ji jînegeriya wê ya werzîşê re ye. Vê başdariyê kesayeta wê gelekî bi pêş xist her wiha heya sal û nîvekê, di demeke ku hemû lîstikvanên Lubnanê ji ber belavbûna nexweşiya koronayê lîstik rawestand, wê lîstika xwe ranewestand. 
Di vê mehê de peymana Rêbîka Eqil bi tîma Poak ya Yewnanî re bi dawî dibe, piştre dê vegere Lubnanê da ku tevli tîma Beyrûdê bibe.
Tecrubeya Rêbîka Eqil bi yaneyên Yewnanî re ne ya yekem e, beriya tîma "Poak" ew sala berê tevli tîma Isbêrêdîs bûbû.
Çûyîna min a Yewnanistanê têgihîştina min zêde kir
Rêbîka Eqil ji aliyê Basketbolê ve bû xwedan tecrubeyeke berfireh û êdî bi pisporiyek mezin dilîze.
Rêbîka Eqil dibêje; “Bi riya tecrubeya xwe min hesta biyaniyan dema ku tevli tîma Lubnanê dibin nas kir. Naskirina hin kesên nû ez zêde têgihîştî kirim. Her pêşbaziyek li vir, pêşbaziyeke ku em di bin zextê de dilîzin, hemû pêşbazî zehmet in lê di werzîşgehê de tecrubeya me zêde dibe. Ez bawer dikim ku berpirsyariya ku ez ê li Lubnanê bigrim ser xwe dê ji zexta li Yewnanistanê mezintir be, yanî li vir ez û du lîstikvanên biyanî bi hev re berpisyariyê digrin ser milên xwe lê li Lubnanê dê her kes itîmadê bide ser min da ku her tiştê baş ji tîmê re were pêkanîn. Lîstika Basketbolê ne lîstikeke takekesî ye, ji ber vê ger tîm hemû ne bi hev re be, serkeftin nayê bidestxistin.”
Armanca min mezin dibe û gava min a demên pêş kûpaya Ewropayê ye
Der barê armanca xwe ya di lîstika basketbolê de Rêbîka Eqil wiha dibêje; “Ez bawer dikim her ku em gavekê pêşbe herin dê armanca me mezintir bibe, di destpêkê de hêviya min ew bû ku bigihîjim Ewropayê, bi rastî jî min ev xewna xwe pêk anî. Gava piştî wê dixwazim bigihîjim kûpaya Ewropayê. Min 4-5 salan hewl da ku tevli tîmên Ewropayê bibim lê ez bi ser neketim lê min hêviya xwe qut nekir û teslîm nebûm. Di dawiyê de ez tevli tîmên Ewropayê bûm. Ez fêr bûm ku sebir pîvana pêkanîna xewn û hêviyan e.”
Nikarim şampiyoniya Erebî ya sala 2014’an ji bîr bikim
Di sala 2014’an de Rêbîka Eqil di şampiyoniya Erebî de wekî lîstikvana herî baş bi ser ket. Li ser wê yekê wiha dibêje; “Ez nikarim vê şampiyoniyê ji bîr bikim, ji ber ku beriya ez beşdar bibim min kaxizek nivîsand ku ez ê du armancan pêk bînim, a yekem ew bû ku di şampiyoniyê de bi ser bikevim a duyem jî ew bû ku ez navê baştirîn lîstikvanan bi dest bixim. bi rastî jî min her du armancên xwe pêk anîn. Li gorî min ev ji şampiyoniyên herî xweş bûn ku di jiyana xwe de nikarim ji bîr bikim.”
Rêbîka Eqil hewes û behremendiya xwe ya basketbolê ji her du birayên xwe yên lîstikvan Ralif û Rodrîg girtiye. Ew bal dikşîne ku birayên wê behremendiya wê di temenê çar salî de derxistin û ji wan fêrî rêgezên bingehîn bû. Li serê wê demê wiha dibêje: "Di temenê 8 salî de min bi tîma dibistanê re dest pê kir, rahêneran ew cudahiya di navbera min û keçên din de ferq kirin. Di temenê 12 salî de êdî basketbol di jiyana min de bû wekî tişteke rojane.”
Rêbîka Eqil dibêje; “Dê û bavê min piştgiriya min kirin, ez înkar nakim ku wan di destpêkê de nedifikirîn ku ez ê di basketbolê bibim pispor. Dema ku ez derbasî zanîngehê bûm û beriya ku ez derbiçim wan her ji min dixwest ku di warê branşa xwe de kar bikim lê min serî li tu cihî neda ji ber ku min dizanibû riya min basketbol e. Dema ku malbata min dît ez cidî me û dê tê de bi ser bikevim, wan piştgirî da min.