Rahênera Boksê Îbtîsam Nasr: Ez dixwazim li cîhanê xwe bidim nasîn

Xeyala herî mezin a Îbtîsam Nasrê ya li Xezayê ji bo zarokên keç û jinan perwerdeya boksê dide, bi serkeftinan navê xwe li cîhanî danasîn e.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Îbtîsam Nasr, werzîşa boksê dike û di heman demê de rahêner e. Îbtîsam Nasr a dibêje werzîşa boks xwebawerî dide jinan û ji bo parastina tenduristiya wan alîkarî dide wan, diyar kir ku ji bo mezinkirina nifşek jinan ya bihêz ku bikaribin xwe biparêzin alîkarî dide.

Îbtîsam Nasr anî ziman ku li hemberê boksê azweriyek wê heye û wiha axivî: “Bi salane li hemberê boksê azweriyek min ya mezin heye. Lê hemû hewildanên min ên li klûbên Xezayê ên ku ji bo perwerde girtina di vê qada, bê encam man. Heta bi Klûba Boksê ya Filistînê re rast hatim. Min li vê klûbê dest pê kir û piştî sê mehan jî bûm antrenor. Min di hinek klûban de bi giranî wekî perwerdekara fitnessê xebitî û gelek vîdyoyên lîstikvanên profesyonel temaşe kir.”

'Jinan ji ber zextên civakî naxwazin agahiya civakê ji wan hebe’

Îbtîsam Nasr, diyar kir ji serdana şandeya Îtalyayê ya ji bo perwerdekirina keçên ji temenên cuda jî sûd wergirtiye û wiha axivî: “Ezmûna kelijîna çandan, perwerde û beşdarbûna turên navneteweyî mirovan pêş dixe. Piştî xilasbûna perwerdeya keçên ciwan, jinên ku di çil saliya xwe de entraman dikin hene. Hezkirin û awzeriya bêdawiya van jinan ya li hemberê lêyistokan heye. Ji ber vê sedemê em piştî maçê li hev dicivin. Karê me xilas dibe, em antremanên xwe didomînin. Ev jinan ji ber zextên civakî naxwazin agahiya civakê ji wan hebe.”

‘Yên ku veşartî boksê dikin hene’

Îbtîsam Nasr destnîşan kir ku hewil dide mereqa jinên ku ji ber zextên civakî biveşartî tên fêrî boksê dibin dabîn bike û wiha got: “Gelek jinên fewrî ên dixwazin di dema perwerdehiyê de zû pêş bikevin heye. Ji ber vê yekê ez hewl didim ku piştî her tevgerê bi pirsa asayî alîkariya wan bikim. "Tiştekî canê wê diêşîne heye?” ger lîstikvan tevgerêk xelet bike, dê di kefa destê xwe an jî di tiliyên destê de xwe êşê hîs bike û dibe ku hemû devera hundirê kefa dest hişk bibe. Ji ber ve alikariya ewil ji kursiyer pêkbînim, vê pirsê gelek cara dubare dikim.”