Pêşbirka futbolê ya jinên Êzidî hat lidarxistin

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî li navçeya Sinûnê ya Şengalê turnuva futbolê ya li ser navê Şehîd Arîn hat lidarxistin. Di turnuvayê de tîma Xanesorê tîma Sîbayê 4-0 têk bir.

Şengal-Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî  li navçeya Sinûnê ya Şengalê pêşbirkek di navbera tîma Xanesorê û tîma Sîbayê hat lidarxistin. Pêşbirk di seet 6’an de destpê kir heya seet 8’ê êvarê berdewam kir. Pêşbirk bi piştevaniya tîman destpê kir. Di encama lîstina 2 seetan de tîma Xanesorê bi 4 golan tîma Sîbayê têk bir.

Piştî ku tîma xanesorê biser ket, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê ve hatin xelat kirin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Avêsta Şengalî axivî û ji bo lîstoka herdû tîman spasî kir û diyariya lîstokê dan herdû tîman.

Li ser pêşbirkê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Xwedêda ji ajansa me re  axivî û got: “Îro me ev pêşbirk bi navê Şehîd Arîn li navçeya Sinûnê lidar xistiye. Em hêviya serkeftinê û dilxweşiyê ji tîman re dixwazin.”

Piştî pêşbirkê lîstokvanek ji grubê bi serket ji ajansa mere axivî û wiha got:” Ev pêşbirk li ser navê Şehîd Arîn hatiye vekirin. Em grupa Xanesorê 4 bi 0 serketin. Em bi grupa xwe serbilindin û em serkeftinê ji grupa Sîbayê re dixwazin.”