Nêvîn El-Fezanî: Spor jinan azad dike û dibe sedem ku riya xwe ya jiyanê bibînin

Nêvîn El-Fezanî rahênereke werzîşê ye, dersên werzîşê dide jinan diyar kir ku ew jinan teşwîq dike ku sporê bikin da ku xwe azad hîs bikin, enerjiya erênî bigrin û got ku spor ji bo ku jin riya xwe bibînin dibe alîkar.

ÎBTÎSAM EXFÊR

Binxazî – Nêvîn El-Fezanî ya 40 salî, dayika du zarokan e, li zanîngehê beşa aboriyê qedandiye û sê salan karmendî kiriye lê ji ber ku karê ofîsê yê tevgera wê sînordar dike hez nake, xwe perwerde kir û bi dijwarî xebitî heya ku bû yek ji baştirîn lîstikvan di tîma neteweyî ya Lîbyayê de ya spora halter.

"Min zêdetirî neh salan vê sporê li malê berdewam kir"

Nêvîn El-Fezanî der barê destpêka xwe ya ketina cîhana werzîşê de wiha got: "Dema min hîs kir ku ez qelew bûme, min berê xwe da werzîşê. Destpêkê li malê bi kîloyên sivik min dest bi  halter kir. Min pir ji vê werzîşê hez kir û min ev spor heya zêdetirî neh salan li malê berdewam kir. Carekê min rahênerê spora halterê kaptan Omer Şebîk dît û wî ji min re got ku ew jinan perwerde dike. Piştre ez çûm ceribandinê û dema ku rahêner yek ji halterên giran ên ku min hildabû dît, wî ji min xwest ku wêneyê min bikşîne. Piştî vê ceribandinê, ez tevî komek jinên din tevli tîmeke neteweyî ya Lîbyayê bûm da ku beşdarî şampiyoniyeke li Tûnisê hat lidarxistin bibin."

"Jinan ji perwerdeya ku min daye pir sûd girtin"

Nêvîn El-Fezanî da zanîn ku ew beşdarî pêşbirkên Kûpaya Jinan a Lîbyayê bûye û di kategoriya 63 kîloyan de bi ser ketiye, stêrka kûpaya şampiyoniyê di kategoriya 145 kîloyan de bi dest xistiye û wiha pê de çû: "Her çend min perwerdeya bi kaptan re rawestand jî ez hê jî li malê xwe perwerde dikim. Ez di yek ji klûbên jinan ên Binxaziyê de wekî rahêner dixebitim. Jinan ji perwerdeya ku min daye pir sûd girtin. Jineke ciwan heye ku piştî min ew perwerde kir di yek ji şampiyoniyan de pileya duyemîn bi dest xist û ev ji bo min serkeftinek e. Em ji ber şert û mercên aborî nikaribûn wek tîmeke jinan beşdarî Şampiyoniya Afrîkayê ya ku di heyama dawî de hat lidarxistin bibin."

Nêvîn El-Fezanî got ku di van demên dawî de hejmareke ji jinan berê xwe dane sporê û wiha anî ziman: "Ez bang li hemû jinan dikim ku werzîş bikin da xwe azad hîs bikin, enerjiya erênî bigrin û spor dê alîkariya wan bike ku riya xwe ya jiyanê bibînin."