Navê kesên di şampiyoniya tenîsê de ji çaryek fînalê re man diyar bûn

Lîstikvana Çek Petra Kvitova di 2’emîn Şampiyoniya Tenîsê ya Adelaide ya Navdewletî de, lîstikvana Çînî Zheng Kenwen têk bir û derket çaryeka fînalê.

Navenda Nûçeyan- Lîstikvana Çek Petra Kvitova di 2’emîn Şampiyoniya Tenîsê ya Adelaide ya Navneteweyî ya li Awustralyayê tê lidarxistin ku şampiyona olîmpiyadê ya Swîsreyê Belinda Bencic û Amerîkî Daniel Collins beşdar bûn de, derket çaryeka fînalê.

Petra Kvitova piştî ku reqîba wê ya Çînî Zheng Kenwen ji ber seqetiya kemaxa xwe ya çepê xwe vekişand, ma çaryek fînalê. Petra Kvitova dê bi Daria Kastakina ya Rûsî re were hemberî hev Petra Kvitova ya 32 salî, îsal di çar maçan de serkeftina xwe ya çaremîn girt.

Lîstikvana Amerîkî Daniel Collins ku li hemberî Ashleigh Barty bû ya duyemîn, Jill Taichmann a Swîsreyê 6-3, 7-6 (7-2) têk bir û di çaryek fînalê de ji xwe re cih veqetand. Belînda Bencîc a Swîsreyê, Anna Kalinskaya ya Rûsî di 2 setan de 6-3, 6-3 têk bir û derket heman tur e. Arina Sabalenka ya Rûsî, hefteya borî Çek Linda Noskova bi setên 6-3-7-6 têk bir û tûrnûvaya yekem qezenc kir.