Mişkat El-Zehra Safî di nav 100 lîstikvanên tenîsê ên cîhanê de cih girt

li gorî daxuyaniya Federasyona Cîhanî ya Tenîsê wezîşvan Mişkat El-Zehra Safî di rêza 100’an a lîstikvanên herî baş ên tenîsê yên cîhanê de cih girt.

Li gorî daxuyaniya Federasyona Cîhanî ya Tenîsê wezîşvan Mişkat El-Zehra Safî di rêza 100’an a lîstikvanên herî baş ên tenîsê yên cîhanê de cih girt.
Navenda Nûçeyan - Federasyona Cîhanî ya Tenîsê (ITF) pileya baştirîn lîstikvanên tenîs ên cîhanê di kategoriya ciwanan de ragihand. Tenîsvana Îranî Mişkat El-Zehra Safî jimareya pêwîst bi dest xist û bû yek ji 100 lîstikvanên tenîsê yên herî baş ên cîhanê di rêza 87’an de cîh girt.
Piştî ku Mişkat El-Zehra Safî karî di gera cîhanî ya di bin temenê 18 salî de encamên serkeftî bi dest bixe, navê xwe di nav 100 lîstikvanên tenîsê yên cîhanê de bilind kir û li gorî ragihandina Federasyona Cîhanî ya Tenîsê di rêza 87’emîn a cîhanê de cih girt. Piştî bidestxistina pileya pêwîst Zehra karîbû beşdarî pêşbirkên ciwan ên bi prestîj ên Grand Slamê bibe.
Di nav lîstikvanên tenîsê ên serkeftî di rêzbendiya cîhanê de, nûnerên Kroatya, Komara Çek û Rûsyayê ji yekem heta sêyemîn hatin xelatkirin.