Meyar Şerîf dikeve tura duyemîn a tûrnûvayên Roland Caros ê

Listokvana Tenîsê ya Misrî Meyar Şerîf derbasî tura duyemîn a pêşbirkên Roland Caros bû.

Navenda Nûçeyan - Lîstikvana tenîsê yê Misirî Meyar Şerîf ku di rêza 120'an de li seranserî cîhanê ket tura duyemîn a pêşbirkên Roland caros, Piştî serkeftina wê ya li beramberî Maya Şo El-Nînîska, di maçek ku bi qasî sê saetan dom kirî de serket. 
Meyar Şerîf li ser rûpela xwe a fermî ya Facebookê, piştî ku gihişte  Parîsê wêneyekî xwe weşand û li ser wêne nivisandina “Ez gihîştim Parîsê da ku beşdarî tûrên pêşîn ên Roland caros bibim, yek ji pêşbirkên mezin ên tenîsê, li benda piştgiriya we hemiya me ."
Her wiha dewreya tûrnûvayên Roland caros dê 30'ê Gulanê, roja Yekşemê li paytexta Firensa Parîsê pêk were û wê heya 13'ê Hizêranê bidome. Ev jî di lîstika tenîsê de yek ji tûrnûvayên mezin e, piştî turnoveyên Ustraliyan di warê hêz û navûdengiyê de.
Menar Şerîf xwe amade dike ku beşdarî lîstikên Olompiyatan ên Tokyo di 2021'an de, ew yekem werzîşvana jin a Misrî bû ku di tênsê de beşdarî Olompiyatê bibe. Menar Şerîf di mijdara sala 2020'an de leqebê tûrnûvayên Tşarlston li Emerîka bidest xist, ev jî ji bo tenîsa Misrî serkeftineke dîrokî ye piştî ku ew 9 serkeftinên li peyî hev tomar kirin.