Maria Saccarî û Vîctorîa Azarenca derbasê nîvfînalê bûn

Mariya Saccarî ya Yewnanî û Vîctorîa Azarenca ya Belarûsî di Şampiyoniya Guadalajarayê de derbasê nîvfînalê bûn.

Navenda Nûçeyan- Mariya Saccarî ya Yewnanî û Vîctorîa Azarenca ya Belarûsî di Şampiyoniya Guadalajarayê de derbasê nîvfînalê bûn. Di Şampiyoniya Guadalajara de dê Maria Saccarî bi Maria Bozkova re û Victoria Azarenca jî bi Jessica Pegula Amerîkî re rastî hev werin.

Maria Saccarî di çaryeka fînalê de di lîstika ku 2 saet û 35 deqeyan dewam kir de Veronika Kodermetovaya Rûs bi setên 6-1, 5-7, 6-4 têk bir.

Maria Saccarî pileyên ku ji bo beşdarbûna pêşbirka fînalê ya ku ji 31’ê Cotmehê heta 7’ê Mijdarê li Fort Worth, Texas, DYE’yê were lidarxistin pêwîst dikin, wergirt.

Marîe Buzkova ya kalîfiye ku di rêza 38’emîn de ye, piştî vekişîna reqîba wê Anna Kalînskaya Rûs dê di nîvfînalê de bi Maria Saccarî re rastî hev were.

Vîctorîa Azarenca bi têkbirina Coco Gauff a Amerîkî ku pêncemîn reqîba şampiyoniyê û lîstikvana heftemîn a cîhanê ye, derbasê nîvfînalê bû.

Di nîvfînalê de Vîctorîa Azarenka dê bi Jessica Pegula ya Amerîkî re rastî hev were.