Lîstikvanên jin ên futbolê li DYE’yê rastî tacîzê tên

Di lêkolîneke serbixwe de eşkere bû ku lîstikvanên jin ên futbolê li DYE’ê her dem bi domdarî rastî tacîzê tên.

Navenda Nûçeyan- Bi lêpirsîna serbixwe ya ku li DYE’ê pêk hat, diyar bû ku lîstikvanên jin ên futbolê rastî tacîzên bi pergalî tên. Rapora ku ji aliyê Cîgira Dozgerê Giştî yê berê Sally Q. Yates ve hat nivîsandin û roja duşemê hat weşandin, hevpeyvînên ku bi zêdetirî 200 lîstikvanên jin ên futbolê re pêk tîne, tê de cih digrin. Li gorî raporê tesbît bûye ku Lîga Futbolê ya Jinan a Neteweyî (NWSL) a girêdayî Federasyona Futbolê ya DYE’ê ji bo lîstikvanan cih û warên bi ewle dabîn nake.

“Tacîz zêdetir bûye”

Di raporê de wiha tê gotin: “Lêkolîna me eşkere kir ku tacîza devkî û hestiyarî û xirabiya zayendî di lîga NWSL’ê gihîştiye rewşa bi pergalî.” Rapora ku diyar dike tacîzên ji hêla rahêner û antrenorên li NWSL’ê ve têne kirin hatiye asayîkirin da zanîn ku ev tacîz di nav futbola jinan de digihîjin asteke zêdetir.

Tawan hatin redkirin

Rapora The Athletic îdia kir ku Paul Riley bi salan bandor û hêza xwe ji bo êrîşa zayendî ya lîstikvanan bi kar aniye û lîstikvanek neçar kiriye ku bi wî re bikeve nav têkiliya cinsî. Piştî îdiayan, Paul Riley ji aliyê Courage ya North Carolina ve ji kar hat avêtin. Paul Riley sûcdariyên di raporê de red kir. Piştî weşandina rapora The Athletic, komîsera NWSL Lisa Baird îstîfa kir û lîga hemû lîstikên ku ji bo dawiya hefteyê hatibûn plankirin betal kir.

"Tê texmînkirin ku hin zêdetir belav bûye”

Rapora ku roja duşemê hat weşandin, destnîşan dike ku tacîz û êrîşa zayendî ji antrenor an jî ji bûyerek hin zêdetir belav e. Rapor bal dikşîne ku li ser nîvê antrenorên Lîga Futbolê ya Jinan a Neteweyî gilî hene. Di raporê de tê gotin ku di zêdetirî 200 hevpeyvînan de lîstikvanan gelek caran diyar kirin ku rastî gotinên stemkar û biçûkxistinê hatine.

Li gorî raporê, SafeSport riyek dîtiye ji hezar û 509 giliyên ku ji sala 2019’an heya 2020’an wergirtiye, hezar û 350 gilî bêyî ku tu kiryar bike, îdarî asteng bike. Ji giliyan tenê 122 jê hatine guh dayîn û bibiryarek îdarî encam bûye. Di raporê de Sally Q. Yates, SafeSport bi tawan dosta bedkar tawanbar dike.

Werger: NuJINHA