Lîstikvanên jin ên Amedsporê bi ser ketin

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 1-0 Tîma Futbolê ya Jinan a Fenerbahçe têk bir.

Amed – Tîma futbolê ya jinan a Amedsporê ya ku di koma B ya Lîga Super ya Jinan a Federasyona Futbol a Tirkiyê (TFF) de dilîze, di hefteya 8’emîn ya lîgê de li seha xwe li beramberî Tîma Futbolê ya Jinan a Fenerbahçe hat. Di maçê de Amedspor 1-0 Fenerbahçeyê têk bir. Di maça ku li tesîsa Şehmus Ozer ya Amedê hat lîstin de gelek alîgirên Amedsporê tîma xwe tenê nehiştin.

Di maçê de bi gola yekane ya ku Bakradze Teona di deqîqeya 87'an de avêt, Amedspor li beramberî Fenerbahçeyê 1-0 çû pêş. Maç bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû. Amedspor bi serkeftina ku girtî hefteyê bi 3 puanan girt û di ligê de bi 10 puanan, puanê xwe bilind kir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedê di lîgê de derket rêza 4’emîn.