Lîstikvana Lubanê Ray Basîl xwe ji bo olompiyatan amade dike

Lîstikvana çifteyê bikartîne ya Lubnanê Ray Basîl ji bo beşdarbûna lîstikên olombî xwe amade dike. Ray Basîl diyar dike ku lîstika çiftê ji bavê xwe fêr bûye, piştre biryar daye ku vê behremendiya xwe xurt bike, tevî ji her kesê re xerîb dihat jinek vî karî bike jî vê yekê rê li pêş wê negirtiye.

 
 KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Di nav hemû rewşên zehmet ên tunduristî, civakî û aborî de zêdebarî teqîna ku di 4’ê Tebaxa sala borî de li Beyrûdê çêbû rewşa heyî tevlihevtir kir. Di nava wê aloziyê de yek ji kesên ku xwe li ser piyan girt û karê xwe domand, lîstikvana jîr a çifteyê dixebitîne Ray Basîl hebû. Wê di wan deman de karibû bi xebata xwe derkeve pêş û pileya çaremîn a lîstikvaniya cîhanî werbigre.
Ray Basîl niha xwe ji pêşbirka cîhanî ku dê li Îtalyayê were lidarxistin re amade dike û piştre dê beşdarî lîstikên olombî ku li Tokyoyê werin lidarxistin bibe.
Bavê min ji bo tîrkevaniyê piştgirî da min lê dayika min ev yek red kir
Ray Basîl di axaftina ji bo ajansa me re got: “Min ev lîstik bi riya bavê xwe nas kir, min ji wî xwest ku min perwerde bike da ku ez xwe bi pêş bixim, bavê min piştgiriya min kir ji ber ku dît min gelekî ji vê lîstikê hez kiriye. Dayika min her time ev yek qebûl nedikir lê piştî ku dît ez bi hezkirin nêzî vê lîstikê dibim wê jî piştgiriya min kir.
Hebûna min di nav mêran de bi lîstika çifteyê ji her kesê re xerîb dihat lê wan rê li pêş min negirt, min li wan guhdarî dikir dema ku digotin Ray Basîl xwişka mêran e, dema ku navê min li ser malperên civakî belav dibû pir kesan texmîn dikir ku ez mêr im lê dema ku rû bi rû rastî min hatin dîtin ku ez jin im û lîstika tîrkevaniyê tu bandor li mêtiya min nekiriye.
Ray Basîl piştgirî ji malbata xwe girt ne ji cihên fermî yên li Lubnanê. Destnîşan dike ku piştgirî di aliyê werzîşê de gelek kêm e. Bêtirî du sal in ku tu destekên diravî yan malî ji wezareta ciwan û werzîşê wernegirtiye, ew dibêje ku Yekitiya Lubnanê ya Çifteyan û Nêçîrvaniyê hewl dide ku alîkariyê bide lê ew pere ji wezaretê digre ger ku wezaret jî nizanibe ku pere bi
rêbazekî rast tên belavkirin dê ew mijar li ser yekitiyê gelek zor be.
“Ez hewl didim Lubnanê vegerînim ser sehneyên cîhanê”
Divê dewlet rola xwe bilîze, ji ber ku alîkariya bingehîn divê ji wezareta ciwan û werzîşê be, ez şarezayî dewreya lîstikên olombî ku dê li Tokyoyê were lidarxistin bûm. Em ê binêrin ka dê çawa ji vê pêşbirkê re maliyet were pêşkêşkirin, ji ber ku hin teklîf hene bi hewceyî dolaran in ev jî pirsgirêkeke mezin e, ez hêvî dikim ku karibin pere di demek nêz de peyda bikin da ku ez ji niha ve xwe amade bikim.
Tevî hemû astengiyên ku li pêş Ray Basîl derketine jî dîsa ew perwerdeyên xwe berdewam dike û dide zanîn ku di navbera Îtalya û Lubnanê de perwerde dibe û teqez dike ku dê ev pirsgirêk ji armancên wê re nebin asteng. Ray dibêje, ez keçek di karê xwe de pir bi israr im ku kêfxweşiyê di dilê gelê xwe yê Lubnanê de biçînim, ez pir hewl didim ku Lubnanê vegerînim ser sehneyên cîhanî.
“Dewlet nikare piştgiriyê bide werzîşvanan” 
Ray Basîl bal dikşîne ku ragihandina Lubnanê tu carî ji wê qut nebûye lê wekî werzîşvan di aliyê manewî û madî de mafê xwe tam bi dest nexistiye girîngnedayîna ji aliyê dewletê ve jî jixwe pirsgirêkeke kevn e û heta ku pergal neyê guhertin ev pirsgirêk çareser nabe û wiha didomîne:
“Li Lubnanê werzîş, her di refên dawiyê de maye û girîngiya wê tune ye. Wezareta werzîşê li tevahî dewletên cîhanê bihêztirîn wezaret e. Ji ber ku werzîşvan bajarê xwe temsîl dikin û dîmenek xweş ji bajarê xwe pêşkêşî her kesê dikin. Dema ku em jî beşdarî pêşbirkên cîhanî dibin pêwîst e ku em jî Lubnanê temsîl bikin û navê wî bilind bikin. Temsîliyeta bajarê me dem û kedeke dirêj dixwaze divê em tevahî karên xwe rawestînin û demên xwe zêde bidin perwerdeyê. Dewlet jî vê yekê li ber çav nagire divê di vir de bi rola xwe rabe û ji werzîşvanan re fon û misogeriyeke civakî peyda bike.”
Ray Basîl lîstikvana jîr a tîrkevanê ya Lubnanî dibêje; “Tu tişt bêyî ked û xebat bi ser nakeve, hêvî dikim ku nifşek nû yê werzîşê hebe lê rewş ne guncaw e, zehmet e ku em nifşekî bibînin ku vê yekê berdewam bike. Ez ê careke din deriyên akademiya xwe ya ku ji ber hin rewşên aborî û belavbûna nexweşiya koronayê min girtibû vebikim. Her wiha ez jî dive perwerdeya xwe berdewam bikim. Min  bi keç û ciwanên ku tevli akademiyê bûne re behremendiyek dît lê divê ku planeke baş were kirin da ku nifşeke baş jê derkeve.”
Ray Basîl diyar dike ku dema bi nexweşiya koronayê ketiye teslîm nebûye û dibêje ku tecrûbeyeke zor bûye ji ber ku laşê wezîşvan zû bi bandor dibe lê wê di demeke nêz de ev nexweşî derbas kiriye.
“Armanca min ew e ku ez destkeftiyek di lîstikên olompîk de bi dest bixim”
Tevî hemû êş û azaran Ray Basîl dibîne ku sala 2020’an enerjiyeke erênî bexşî wê kiriye.
Di qonaxa xwe ya tîrkevaniyê de Ray Basîl gelek xelat wergirtine. Diyar dike ku her pêşbirk xwedî bandorên erênî û neyînî ne, yanî hem têkçûnê hem jî serkeftinê di hundirê mirov de dihêle û wiha bi didomîne: “Ya girîng ew e ku mirov piştî ketinê bikaribe rabe, jixwe yê/a serkeftî piştî her têkçûnê radibe û destkeftiyên nû qezenc dike. Ez fêr bûm ku ne tenê di werzîşê de bi hêz bim her wiha ji bo jiyanê jî heman tişt pêwîst û ez tu carî sûda ku min werzîşê kiriye û hêza daye min înkar nakim.”
Ray Basîl di dawiya axaftina xwe de dibêje; “Armanca min ew e ku ez di nav lîstokên olompîk de serkeftinê qezenc bikim. Ez berê du caran beşdar bûm lê bi demê re min xwe bi pêş xist û hêvî dikim ku di pêvajoya nû de destkeftiyeke hîn mezin qezenc bikim.