Lîgaya jinên ciwan ya fotbolê di hefteya 6'emîn de ye

Lîgaya jinên ciwan ya fotbolê di hefteya 6'emîn de didome. Di maça vê carê de tîma Roşîn bi serket.

Kobanê- Lîgaya jinên ciwan ya fotbolê ku bi pêşengiya Desteya Ciwan û Werzîşê di 29`ê Hezîranê de destpê kirbû, di hefteya 6'emîn de berdewam dike. 
Maç li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêc de bi rêve diçin. Di maça duyemîn ya hefteya 6'emîn de, di vê maçê de tîma Roşîn û Tîma Nisrîn lîstin. Di matçê de tîma Roşîn bi encamê 3 golan bi serket û tîma Nisrîn sifir bû.
Lîstikvana tîma Roşîn Barîn Hisên ya 16`e salî hestên xwe ji ajansa me re parve kir.
"Em bi lîgayê kêfxweşin"
Roşînê wiha got: "Ev sê mehin ku ez bi hezkirin û dilxwazî beşdaîr tîma Roşîn bûme. Di lîgaya yê de em di pileya çaremîn de ne, baweriya me heye ku em ê bighêjin asta yekemîn jî. Maça me ya îro li hember tîma Nisrîn bû. Ji bo me ya girîng maç lîstin e, her wiha ev cara yekemîne ku çalakiyeke bi vî rengî tê li darxistin. Ji lewra em bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî maçan dibin û dilîzin."
Weke hat payîn dê sibe tîma Yekîtî û KPC`ê bilîzin û bi vî rengî jî hefteya were maçên pêvajoya çûyînê bi dawî bibin û yên vegerî jî dest pê bikin.