Lîgaya jin ya Kobanê di hefteya çaremîn de didome

Di berdewamiya lîga jin a Kobanê de tîma Berxwedan li hember tîma KPC`ê bi serket.

Kobanê- Lîga fitbolê ya jin ku ji aliyê Desteya Ciwan û werzîşê ji 29`ê Hezîranê de hatiye destpêkirin, di hefteya çaremîn de didome. Li ser vê bingehê îro li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêc maç di navbera tîma Berxwedan û KPC`ê de bû. Di maçê de tîma Berxwedan bi 2 golan li hember golekê bi serket. Jina ciwan Melek Ehmed ku cihê xwe di tîma KPC`ê de digre nêrîn û kelecana xwe ji ajansa me re anî ziman.
Melekê diyar kir ku hêviyên wan lidarketina lîga fitbolê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: "Ev du salin ku ez di tîma KPC`ê de dilîzim û ev tîm jî nêzî 6 salan e hatiye avakirin. Em heta niha tu caran bin neketine. Ez ji vê werzîşê gelek hez dikim ji ber vê min cihê xwe di nav de girtiye. Her wiha dayik û bavê min jî piştgiriya min dikin. Em dixwazin bi serkevin lê ya girîng ne serkeftin e, ya girîng bi hevalên xwe re lîstin û demeke xweş derbas kirin e. Hêviyên min ewin ku di pêşerojê de ev lîga li ser asta herêman were li dar xistin." 
Weke hat payîn dê maça siba di navbera tîma Kedkaran û Roşîn de be.