Lîga jinên Ciwan bi heyacaneke mezin li Kobanê dest pê kir

Yekemîn lîga jinên ciwan ku ji 7 tîman pêk tê, îro bi maça di navbera tîma KPC-D û tîma kedkaran dest pê kir.

 

Kobanê- Lîga jinên ciwan ên Kantona Kobanê îro li lîstikgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê bi maça di navbera tîma Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û tîma Kedkaran a girêdayî Partiya Çep a Kurd, dest pê kir. Di maça ku birêveçûyî de tîma KPC-Demokratîk bi golekê li bi ser ket.
Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn lîg e li Kobanê tê lidarxistin. Li gorî pergala lîgê dê sibê maça di navbera tîma Berxwedan û tîma Yekitî de were çêkirin.
"Em bi serkeftina xwe bawer in"
Lîstikvana tîma KPC-D Istêr Ehmed ku ji gundê Minazê ye û ev 5 sal in cihê xwe di nava tîmê de digre, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ev cara yekemîn e ku em bi pergala lîga fûtbolê dilîzin û em di maça îro de bi ser ketin. Bêguman a girîng ne serkeftin e, ya girîng, bi rengekî komînal lîstin û zindîkirina ruhê werzîşê ye. Em di her roja şemiyê de perwerdeyê dibînin û xwe li gorî maçê amade dikin. Li ser vê bingehê em serkeftinê ji tîmên din re dixwazin û em bi xwe bawer in ku dê serkeftina mezin a me be."
"Civak ji werzîşê hez dike û ya jinan jî ber bi qebûlkirinê ve diçe"
Her wiha rahênera tîma KPC-D Evîn Ehmed nêrîna der barê lîgê de wiha bi lêv kir: “Piştî ku 7 tîm hatin avakirin, ev cara yekemîn e ku tiştekî bi vî rengî li Kobanê tê çêkirin. Gaveke gelek xweş û bi wate ye. Me îro maça xwe ya yekemîn bi heyecaneke mezin lîst. Rast e tîma din bi bin ket lê di qada werzîşê de binketin û serkeftin bi rihekî werzîşî tên destgirtin. Ev demeke dirêj e ku amadekarî dihatin kirin, ji ber vê heta ku tîm amade bûn me dest pê kir. Bêguman lîga jinan di destpêkê de di nava civakê de nedihat qebûlkirin lê me niha ew ast derbas kiriye û civaka me ji tiştên wiha hez dike."