Lîga jinên ciwan a li Kobanê di hefteya pêncemîn de didome

Lîga fitbolê ya jinên Ciwan di pêvajoya çûyînê de, di hefteya pêncemîn de didome. Di maça vê hefteyê de ya di navbera tîma Yekîtî û Kedkaran de, tîma Yekîtî bi serket.

Lîga fitbolê ya jinên Ciwan di pêvajoya çûyînê de, di hefteya pêncemîn de didome. Di maça vê hefteyê de  ya di navbera tîma Yekîtî û Kedkaran de, tîma Yekîtî bi serket.
Kobanê- Desteya Ciwan û werzîşê ya herêma Firatê di 29`ê Hezîranê de dest bi lîga fitbolê ya jinên Ciwan kir. Lîga li ser heft hefteyan û di navbera 7 tîman de bi rê ve diçe. Di pêvajoya çûyînê de vê maçê de  li lîstgeha Hevaltiya di navbera Kobanê û Nirwêcê de maç di navbera tîma Yekîtî û Kedkaran de bi rê ve çû. Di maçê de tîma Yekîtî bi golekê serket.
Kaptan û lîstikvana tîma Kedkaran Delal Hec Xelîl nêrîna xwe wiha parvekir: "Me 3 mehan amedekariyên lîgê dikir û perwerde dît. Ji ber vê me bi moraleke mezin dest bi maçan kir. Ez weke kes ji vê werzîşê gelekî hez dikim û kêfa min jê re tê. Her wiha desteke herî mezin jî malbat dide min. Ev 5 hefte ne ku em dilîzin, lê mixabin ku di pileya herî jêr de ne. Raste em bin dikevin, lê her carê îsrara me ya serkeftinê bilindtir dibe. Ji bo me ya girîng bi hev re lîstin û demeke xweş derbas kirin e. Daxwaza me ew e ku di demên pêş de çalakiyên bi vî rengî yên cur be cur werin li dar xisin."
Hat payîn ku maça siba ya herî di dawî di hefteya pêncemîn de, di navber tîma Roşîn û KPC`ê de ye.