Lîga Jinê ya li Kobanê di hefteya sêyemîn de didome

Lîga Jinê ya Kobanê li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêc didome. Tîma Berxwedan û Kedkaran lîstin, tîma berxwedan bi sê li beranberî yek biserket.

Kobanê - Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29'ê Hezîranê de dest bi yekemîn Lîga jinê ku ji 7 tîman pêk tên kirin. Lîg di hefteya sêyemîn de li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê didome. Maça ku di navbera tîma Berxwedan û Kedkaran de bû, tîma Berxwedan bi 3 li hember 1 golê bi serket. Endama Meclîsa Werzîşê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê Mediya Mihemed li ser xebatên wan ên sê heftene dewam dikin de nirxandin kir.
"Bi kelecanek mezin lîg dewam dike"
Medyayê bang li jinên ciwan kir cihê xwe di nava qada werzîşê de bigirin û got: "Ev cara yekemîn e ku xebateke bi vî rengî tê kirin. Di nava lîgê de heft tîman cihê xwe girtiye û di nava hefteyê de sê maç tên lîstin. Listikvan û temaşevanên maçê bi heyecaneke gelek mezin li lîstigehê kom dibin. Maç di asteke baş de tên lîstin, lê hêviya me ji malbatan heye ku li pêşiya zarokên xwe nebin asteng. Em dizanin ku gelek jinên ciwan hene û dixwezin cihê xwe di nava vê werzîşê de bigrin. Lê mixabin hîna ev hişmendiya ku xebatên di vê çarçoveyê de ji bo jinan şerim dibînin, heye. Banga me ji tevahî jinên ciwan re heye ku xwedî li hezkirina xwe ya li hember werzîşê derkevin."
Weke hat payîn dê di hefteya werê de tîma Firat li hember Wehde, tîma Perwerdeyê li hember Berxwedan û tîma Roşîn li hember Kedkaran bilîzin.