Li Tûnisê jin li salonên werzîşê ji nû ve teşe didin têkiliya xwe ya bi beden û jiyanê re
Jin di mijara ku werzîşkirin êdî ji aktivîteyek fîzîkî derketiye, bûye qadek ku ji zextên jiyana rojane dûr bikeve û hevsengiyê ji nû ve ava bike de hemfikir bûne.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Li salonek werzîşê ya li wîlayeta Kasrîn a Tûnisê, dengê mûzîkê bi amûrên werzîşê re dibe yek, jinên ji komên temenê cûda beşdarî antremanên cûr be cûr ên wek fîttnes û sportîf dibin.
Rewşa rojane ya li vir ji bûyerek werzîşî ya asayî zêdetir temsîl dike. Ew veguherînek civakî ya bêdeng ku her roj kûrtir di teyîsîne ye. Jin êdi di werzîşê de zêdetir tên dîtin û di mijara ku werzîşê bikin perçeyeke jiyanê biryardartir dibin. Di van mekanan de ezmûnên kesî tîne ber hev, tabloyek nû ya hevpar di nava têkiliya jinê bi werzîşê re ava dike. Salona werzîşê dibe qadek dûrketina ji zextên jiyanê û hevsengiya fîzîkî û psîkolojîk ji nû ve ava dike.
Amûrek ku kalîteya jiyanê zêde dike
Hacer ed-Deasî, vegera xwe ya piştî salên dirêj li werzîşê anî ziman û diyar kir ku ezmûna wê ya îro ji ya berê gelek cûda ye, hem di asta hişmendî de, hem jî di aliyê bandorên fîzîkî û psîkolojîk de guherînên girîng jiyaye û wiha got: “Ji bo min, werzîş êdî ne tenê xebatek fizîkî ye; beşek girîng a pêwîstiyên ruhî ye jî. Dema ez dikevim salona werzîşê hemû zext, westandin û pirsgirêkan li pişt xwe dihêlim û tenê balê didim ser xwe.” Hacer ed-Deasî anî ziman ku di dema entremanan de enerjiya xwe ji nû ve tije dike.
Hacer ed-Deasî da zanîn ku werzîşê hevsengiya psîkolojîk ji nû ve pê daye qezenckirin û wiha domand: “Dema ez ji dersê derdikevim, ez xwe wek mirovek nû hîs dikim, halek nû yê ruhî û bi enerjiyek cûda.”
‘Werzîş ji bo jinan ne luksek e’
Hacer ed-Deasî diyar kir ku ev bandor ne tenê di asta psîkolojîk ve sînordar e û destnîşan kir ku di rewşa fîzîkî de û enerjiya rojane de pêşektinek diyar ferq kiriye. Li gorî xwezaya jinan, jin girîngî didin beden û dîtbariya xwe, werzîş di avakirina hevsengiya di nava dîtina fîzîkî û tenduristiyê de baş e. Hacer ed-Deasî dibêje ku salonên werzîşê di heman demê de ji bo ji berpirsyartiya mal û malbatê dûr bikevin baş e û da zanîn ku ev ‘demê ferdî’ bûye perçeyek jê neveger a jiyanê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Werzîş ji bo jinan ne luksek e, yek ji rêyên bingehîn a parastina tenduristiya ruhî û fîzîkî, bi awayek hê bi hêztir vegere jiyana rojane ye.”
Ji Hobiyê ber bi şêwaza jiyana mayînde ve
Buseyne bin el-Hamisî jî anî ziman ku têkiliya wê ya bi werzîşê re xwe dispêre salên dirêj. Di destpêkê de ev eleqeya ku wek hobiyek destpê kirî, bi demê re bûye şêwazek mayînde ya jiyanê. Buseyne da zanîn ku berê di nava jinan de ji ber pêwîstî nedidan çanda werzîşê, werzîşkirin sînordar bûye, lê belê îro rewş bi awayek vekirî guheriye û wiha pê de çû: “Jin niha bêtir eleqeyê nîşanî werzîşê didin û zêdetir di ferqa girîngiya wê dene.” Buseyne bin el-Hamisî ragihand ku tevî berpirsyartiyên malbatî û pîşeyî werzîşkirinê didomînin.
Li gorî Buseyne bin el-Hamisi werzîş êdî ne tercîhek e, pêwîstiyek parastina hevsengiya psîkolojîk û fîzîkî ye jî. Buseyne wiha got: “Stresa min a rojane kêm dike, hesta arambûnê dide min û wisa dike ku ez hem jiyana kar û hem jî ya malbatê bi enerjiyek mezintir rêve bibim. Gelek kes bêyî ku sûdên rast ên werzîşê bizanin dest bi werzîşê dikin, lê bi demê re guhertinên di rewşa ruhî, tenduristî û enerjiya xwe ya giştî de ferq dikin. Werzîş ne tenê ji bo kêmkirina kîloyan an başkirina dîtbariyê ye. Di heman demê de bandorê li zîhn û bedenê dike, amûrek ku kalîteya jiyanê bi awayek berfireh zêde dike.”
‘Jin hê hişyar in û tên dîtin’
Antrenor Ebîr el-Hemasî destnîşan kir ku eleqeya jinan ji bo salonên werzîşê bi awayek diyar zêde bûye. Ebîr got ku ev guhertin nîşaneya guhertinek di têgihîştina civakê ya li ser werzîşên jinan de ye û wiha domand: “Jin zêdetir ji girîngiya tenduristî û psîkolojîk a werzîşê haydar dibin. Werzîş êdî wek pîşeyek duyemîn nayê dîtin, bûye perçeyek şêwazê jiyanê. Gelek jin bi westiyayî an zextên psîkolojîk tên salonên werzîşê. Lê bi demê re, ew başbûnek girîng di rewşa xwe de dibînin. Piştî demek perwerdeya kurt, asta enerjiya wan bilind dibe, rewşa wan a ruhî baştir dibe û di aliyê psîkolojîk de aram dibin. Ev guhertina erênî gelek jinan teşwîq kiriye ku werzîşê bidomînin û heta cesaret dide yên din jî. Salonên werzîşê bernameyên cûrbecûr ên wek fitness, perwerdehiya hêzê, reqsa werzîşê û boksê pêşkêş dikin.”
‘Jinan xwe nîşan dane’
Ebîr el-Hemasî da zanîn ku van cûreyên werzîşê eleqeya jinan zêde kiriye û bi taybetî bal kişand ser boksê. Ebîr el-Hemasî anî ziman ku tevî darazên qalib ên di civakê de, boks ji hêla gelek jinan ve tê hezkirin, werzîş hem alîkariya berdana enerjiya neyînî dike û hem jî bedenê bi hêz dike û wiha got: “Jinan îspat kirine ku ew dikarin van werzîşan di astek bilind a jêhatîbûnê de bikin; carinan jî ji bendewariyên antrenorên xwe jî derbas dikin. Ev jî îradeyeke xurt û xwestekeke rast ji bo guherînê nîşan dide.”
Ebîr el-Hemasî bal kişand ser girîngiya plansaziyeke baş a jinan a di jiyana rojane de. Ebîr destnîşan kir ku divê demên werzîşê li gorî berpirsiyariyên kar û malê werin hilbijartin û girîng e ku antrenor û bernameyên jêhatî hebin ku kapasîteyên cûda yên beşdaran li ber çavan bigirin. Ebîr, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo jinan, werzîş êdî ne tenê amûrek başkirina dîtbariyê ye, bûye rêyek ji bo bidestxistina hevsengiyê, bihêzkirina tenduristiya derûnî û rûbirûbûna zextên jiyanê.”
Ezmûnên Hecer el-Daîsî, Ebîr el-Hemasî û Buseyna bint el-Hemasî tabloyek hevpar derdixin holê: Jinên ku her roj bûyerên biçûk û bandorek kûr li ser jiyana wan dikin dijîn, di nav civakekê de ku diguhere xwe ji nû ve pênase dikin; ew dibin perçeyek ji veguherînek bêdeng lê bi biryar.