Li Seyîdsadiq pêşbaziya werzîşê

Ev cara yekeme Navenda Werzîş û Lawanên bajaroka Seyîdsadiq pêşbaziya werzîşî li darxistin û zêdeyî 100 keç û xort bejdarî pêşbaziyê bûn.

HEWAR MEHEMED
Şarezûr– Ciwanên herêma Şarezûrê demeke bi kedek mezin xwe ji bo pêşbaziyê amade kidin. Pêşbaziya ku demek bû amadekariya wê dihat kirin li hola Rewşenbîran a Navenda Werzîş û Lawan a Seyîdsadiq hate li darixistin. Di pêşbaziyê de jinên ciwan ên astek bilind bi destxistin û ji kameraya me re qala serkeftinên xwe kirin. 
“Di pêşbaziyê de jinên ciwan serkeftîbûn”
Endama tîma keçan û xwediyê qerta werzîşê ya Seyîdsadiq Sîma Umêd girêdayî xebatên wan ên werzîşê agahî da û got: “Di vê pêşbaziyê de me 3 curên werzîşê yên weke texte, ling û zik leyîstin û ez ji bejdarî werzîşa zik û ling bûm. Di werzîşa zik de jî min pilya yekem bi destxist. Gelek kes bejdarî vê pêşbaziyê bûn û ji navçeyên derdora Şarezûr hatine Seyîdsadiq. Gelek zarokên keç û jinên ciwan jî bejdar bûn û pileyên baş girtin.”
Rûmasa 7 salî di lîstokê de serkeftîbû
Endama tîma keçan ya Seyîdsadîq Rûmas Nûwêkara 7 salî bejdarî leyîstoka texte bûyî û pileya dûyem bi dest xistî jî wiha got: “Ez heft salî me û di vê pêşbaziyê de ez li gel lîstokvanên temenê wana 12 salî lîstim û bi ser ketim.”
“Bajarê me bi serkeftina me şanaz dibe”
Endama tîma keçan a Seyîdsadiq Raz Elî di derbarê pêşbaziya werzîşî û pileyên ku girtine de kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Em hemû lîstokvan, leyîzin û me karî em pile û encamek baş bi dest bixin. Di nava lîstokvanan de bajdarî lîstoka zik bûm û min karî pileya sêyem bi dest bixim. Ez bejdarî pêşbaziyên navxweyî yê Kurdistan û welatên ji derve bûme û min karî encamên gelek baş bi dest bixim. Hesetek gelek xweşe dema ku mirov di pêşbaziyê de encamek baş bi dest dixe. Heval, malbat û bajarê me bi serkeftina me gelek keyfxweş dibin.”