Li Rojhilata Navîn yekem tîma futbolê ya jinan

Di sala 1950'î de li Rojhilata Navîn, li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyeyê yekemîn nadiya futbolê ya jinan hatibû avakirin û ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek baş hatibû.

Navenda Nûçeyan – Bi tîma ku hatibû vekirin re, bêyî rastî astengiyan werin keçên Helebê piştî ku ji malbatên xwe teşwîq dîtin dest bi futbolê kirin.
Di sala 2017'an de Malpera THE ANTIQUE FOOTBALL wêneyek tîma yekem li Rojhilata Navîn ku di sala 1950'î de hatiye kişandin, weşandiye lê der barê vê tîma ku li bajarê Helebê hatiye damezrandin de agahiyek bi tevahî tune ye. 
Fikreyên destpêkê ew bûn ku dema televîzyona Sûriyeyê dest bi weşana maçên jinan kir, ji ber vê yekê bû nadiya Şehba teşwîq bike û ramanê bide gelek kesan da ku keçên wan bilîzin. Fikreya ku ji hêla Desteya Birêvebir a nadiya Şehba ve li taxa Suriyan a bajarê Helebê hat destpêkirin, bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Lîstikvan hatin hilbijartin û dest bi perwerdeyê kirin da ku xwe ji demsala maçan re amade bikin. Destpêk di dawiya havîna 1971'ê de bû, dema ku pêşbirka yekem di navbera perwerdekarên nû û tîma Eşbal El-nadî de dest pê kir her wiha wê demê tîmên din ên jinan tune bûn.
Lîstikvanan di pêşbirka xwe ya yekem de, bi pênc gol li hemberî sê golan bi ser ketin. Her wiha zêdetirî 5000 temaşevan beşadarî vê maçê bûn. Tevî ku gelek pêşbirkên din di heman Stada şaredariyê ya Helebê de pêk dihatin jî temaşevanan pêşbirka jinan hilbijartin.  
Pêşbirk li gorî rêgezên fûtbolê yên navdar pêk hat. Her wiha tu îstîsna nehatin çêkirin ji bilî ku dema ji bo maçê hatiye diyarkirin, bi saetekê hatibû kurtkirin.
Her wiha van lîstikvanan rê li ber jinên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê vekirin ku werzîşa jê hez dikin bikin.