Li Rojava pênaseya nû ya tenduristiyê: Yogaya bi çîrok û lîstikan
Alaa Ebdilfetah a ku li paytexta yogayê ya cîhanê perwerde dît, li Rojavayê Kurdistanê bû yekem mamosteya Kurd a yogayê. Wê di nava 6 salan de nifşekî nû ji yekemîn mamosteyên yogayê li Rojhilata Navîn anî gel hev.
SORGUL ŞÊXO
Amûdê – Di çend salên dawî de cureyeke nû ya werzîşê derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê bûye. Li aliyekî jî li pêşberî fêrbûna jinan ji vê werzîşê re hê adet û kevneşopiyên civakî asteng in. Her çiqas astengiyên wê di nava civakê de hebin jî hen jin ên ku ev qeyd şikandine û fêr dibin hene.
Yoga
Yoga zêdetirî pênc hezar sal berê li bakurê nîvgirava Hindistanê, bi taybetî li herêma Geliyê Îndusê ku hinek deverên Hindistan û Pakistana îro jî di nav de ne, derketiye holê. Yoga xwedî armanceke wisa ye ku hevsengiya di navbera beden, hiş û bêhnê de bi dest dixe. Ji ber ew ne tenê bi werzîşên bedenî ve sînordar e, di heman demê de teknîkên bêhnvedanê, konsantrasyon û medîtasyonê jî dihewîne.
Jinên Rojavayê Kurdistanê ji berê zêdetir pêşengiya pêşketina herêma xwe kirine. Jin zanistên nû li zanîngehên cîhanê û Rojhilata Navîn fêr dibin û tînin bajarên xwe, zarok û jinan jî fêr dikin.
Rêwîtî û ketina cîhana yogayê 18 sal berê destpê kir
Alaa Ebdilfetah ji Amûda Rojavayê Kurdistanê ye, ji sala 2008’an ve yogayê dike. Lê wê û hevjînê xwe Gernas li Zanîngeha Aum li bajarê Rishikesh ku paytexta yogayê ya cîhanê ye xwendine û qedandine. Piştî ku Alaa di yogaya zarokan de pispor dibe, salek jî li akademiya yogayê ya zarokan li Hollandayê dixwîne.
Alaa bi çîrokek vegeriya Rojava
Alaa ji 2020’an ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û di tûrikê wê de çîrokek bi navê “Rêwîtiya Zên û Zêna” hebû. Çîroka wê behsa keçeke bi navê Sorgul dike ku çawa dikare ji bêhntengiya dûrketina hevala xwe ya li welatekî din re, bi aliyekî re bi alîkariya lawiran yogayê bike û careke din bigihîje aramiyê. Ev çîrok ne weke çîrokek di şevên tarî de ji aliyê dapîran ve tê gotin e, bernameyeke ku zarokan fêrî yogayê dike.
Ev 6 sal in, bi piştgiriya navenda çandê ya Kulturvan a li Amûdê, Alaa û hevjînê xwe Gernas zarok û jinan fêrî yogayê dikin. Alaa qala rêwîtiya xwe ya di cîhana yogayê de kir.
Xwendina li Hindistanê û vegera li Rojavayê Kurdistanê
Alaa got ku yoga zanistek pir kevn e, ne tenê bedenê dixe tevgerê, li ser giyan û hişê mirov jî bandorê çêdike û wiha got: “Yoga dihêle ku mirov her bi xwe re be, di nava jiyanê de be û her dem li xwe vegere. Li Hindistanê me zanista yogayê xwend, me xwest em vegerin û zarokên bajarê xwe jî fêr bikin. Da ku bikaribin bi awayekî aram bijîn, di demeke ku herêma me gelek zehmetî dîtin de.”
Zanisteke kevnar li herêmê zindî dibe
Alaa da zanîn ku yoga li herêma Rojhilata Navîn werzîşeke nû ye û wiha pê de çû: “Li Ewropayê jî ev zanist nû tê naskirin. Xelkên Hindistanê bêhtir di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin. Lê li vir zarok hezkirina wan ji bo wê heye. Çimkî em bi lîstik û çîrokan re girêdana wan çêdikin.”
Bi pirtûka çîrokên zarokan vegeriya da ku li Kurdistanê yogayê hîn bike
Alaa bal kişand ser çêkirina çîrokên zarokan ji bo fêrbûna yogayê û wiha pêl da gotinên xwe: “Me li gorî çanda gelê xwe çîrok afirandine. Çîrok ji bo fêrkirina zarokan hatine çêkirin, em di nav de lawiran bi kar tînin da ku zarok fêrî tevgerên yogayê bibin. Çîroka min behsa du zarokan dike ku ji welatê xwe derdikevin, fêrî yogayê dibin, li her welatekî tiştekî nû fêr dibin û di dawiyê de bi tiştên nû di tûrika xwe de vedigerin bajarê xwe.”
Mizgîniyek ji bo zarokan: Rêwîtiyên Zên û Zêna
Alaa armanca xwe wiha anî ziman: “Çîroka min a bi navê “Rêwîtiya Zên û Zêna” nêrînek e ku em çawa çîrokên xwe bigihîjînin tevahî cîhanê ye. Pirtûka me li weşanxaneyeke Misrê hatiye çapkirin û li Pêşangeha Şarîqa ya Pirtûkan hat pêşandan. Niha me dest bi wergera çîrokên xwe ji bo zimanê Kurdî jî kiriye.”
Yekem koma “Stêrkên Rojava yên Yogayê”
Alaa dibêje ku heta niha navenda Kulturvan 125 zarok fêrî yogayê kiriye û wiha berdewam dike: “Hinek zarok hene 6 sal in bênavber yogayê dibînin. Me 10 zarokên gelek jêhatî dîtin ku hêjayî navê ‘Stêrkên Rojava yên Yogayê’ ne û kartên wan çêkirin ku dikarin li Kendavê û welatên din jî fêrî yogayê bibin. Ev yekem bername ye ku bi zimanê me hatiye çêkirin û ne werger e.”
3 sal ji yogaya jinan re
Alaa anî ziman ku ew zanista fêr bûye dixe xizmeta jin û zarokên herêma xwe û got: “Gelek jin pêşî tênegihîştin yoga çi ye lê piştî ku tên û perwerde dibin jê hez dikin. Ji lewre 3 sal in ez yogayê didim jinan, em hewl didin mamosteyan jî ava bikin da ku ev zanist di nava civaka me de berfireh bibe.”
Sê qonaxên yogayê û feydeyên wê yên derûnî
Alaa destnîşan kir ku di dersa yogayê de tevgerên beden, nefesgirtina birêkûpêk û balkişandina derûnî bi hev re dibin yek da ku stres kêm bibe. Yoga amûrên hêsan lê bi bandor ji bo birêvebirina stresê, başkirina xewê û avakirina hêza hestiyarî peyda dike.
Yoga ne pêşbirkek e
Alaa got ku tişta yogayê ji werzîşên din cuda dike ew e ku ew ne pêşbazî ye û wiha domand: “Em zarokan fêr nakin ji yên din çêtir bin . Em wan fêr dikin ku ew bêhempa ne. Li gorî ez nas dikim di yogayê de pêşbirk nîn e, ji ber ku yoga dihêle mirov li gorî jiyana xwe gavan bavêje û ji xwe hez bike.”
‘Nefes çeka herî mezin e’
Alaa di dawiyê de got: “Nefesa mirov çeka herî mezin e di destên mirov de lê mixabin gelek kes vê rastiyê nizanin û fam nakin wê çawa bi kar bînin.”