Li Qamişloyê jinên ciwan dest bi lîstoka kickboxing ê kirin

Yekîtiya Werzîşê ya herêma Cizîrê li Qamişlo yekemîn lîstoka kickboxingê a jinan li dar xist.

 

Qamişlo- Li hola Yekîtiya Werzîşê ya Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Ofîsa Lîstikên Kesane ve yekemîn lîstoka kickboxing a jinan bi beşdarbûna 7 tîman li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat li dar xistin. Heyveke amadekariya lîstoka kickboxing a jinan hatiye kirin û 66 lîstikvan beşdarbûn. Lîstok bi çavdêriya Komîteya Teknîkî ya lîstikê û nivîsgeha lîstikên kesanê di Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê pêk hat. Dê ev lîstok di dema pêş de wê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn bên li dar xistin. Têkildarî lîstoka kickboxing a jinan lîstokvana bi navê Silava Zorê nêrîna xwe parve kir.
Yek ji beşdarên lîstokê Silava Zorê ya 16 salî ji bajarê Qamişlo ye û ev 6 salin lîstoka Kickboxingê dilîze da zanîn ku ev lîstok derfetek pir başbû ji bo pêşketina jinan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ev 6 salin ku ez lîstoka kickboxingê dileyîzim, ez di nav tîma Şam de me. Dema ku ez vê lîstokê dileyizim gelekî keyfxweş dibim û serbilind dibim ji ber ku jin jî mafê wê heye ku xwe pêş bixe û tişta di dile xwe de bike.  Di civaka me de dibînên ku ev lîstokên wiha tenê yên mêran e,  bêguman jin jî dikare siporê bilîze û pêş bikeve. Ev lîstok gaveke pir mezin e ji bo tevahî jinan. Her wiha me bi vê lîstokê xwe pêş xist û dema rewşa herêma me ne arambe em dikarin bi van lîstokan xwe biparêzin. Ger jin bixwaze tu tişt pêşiya wê nabe asteng. Jin wiha ye ku hewildana wê ji bo xwe pêşxistinê pir e. Mirov dikare lîstokên wiha li mal jî bike û laşê mirovan qewîm jî dike.