Li Qamişlo akademiya zarokan a werzîşê hate vekirin

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê, ji bo zarokên di navbera temenên 6-14 saliyê de akademiya werzîşê vekir.

Navenda Nûçeyan- Di bin sîwana Akademiya Heysem Kiço de ku li ser asta tevahiya Sûriyeyê fermiyet girtî ye, duh li Stadyuma Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo perwerdeyên teorîk û prartîk yên futbolê dest pê kirin. Perwerdeyên li akademiyê wê 3 mehan berdewam bikin.

Li stadyuma futbolê, di çarçoveya bernameya Akademiyê de piştî ku şagirt ji aliyê antrenoran ve li gor temenê wan bi awayekî komî hatin veqetandin, dest bi bernameyên perwerdeyê kirin.

Di akademiya de wê bi ekîba ku ji 8 kesan (2 ji wan jin) pêk tê, ji saet 18.00 heya 19.00’an, li stadyumên Şehîdên 12’ê Adarê û Stadyuma Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo, perwerdeyên teorîk û prartîk yên fotbolê bên dayîn.

Perwerdeyên li akademiyê wê 3 mehan dom bikin û ji şagirtên serkeftî re sertîfîka bê dayîn.

Li gorî agahiyên ku endamê Rêveberiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Sefwan Mûsa dane ANHA’yê, wê di demen pêş de, di akademiyê de tevî futbolê, wê perwerdeyên  basketbol, voleybol, hentbol, tenis û avjeniyê jî werin dayîn.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê ji sala 2017’an ve ji bo zarokên di navbera 6 - 14 saliyê de bi rêya ofîsan perwerdeyên werzîşê yên futbol, voleybol, tenîs û hwd. dide.

Li ser pêşketina xebatan ku derdora 500 zarok hatin perwerdekirin, desteyê di sala 2024’an de biryar da ku perwerdeyê di bin sîwaneya akademiyê de bidin meşandin.