Li Misra Jor di voleybola kêmendaman de bi ser ket

Di civakê de êdî beşdariya sporê ya jin û keçên ciwan ên kêmendam tê pejirandin. Vê guherîna di civakê de bû sedem ku gelek kes behreyên xwe derxin holê.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Keça Misira Jor Esma Seyîd Muhammed Qendîl, bi navê xwe yê din Kaptan Esma Qendîl, bi hewldanên xwe tengasiyê veguherand hêzê, kêmendamiyê jî kir deriyê serkeftina ku qet texmîn nedikir.

Esma Seyîd Muhammed Qendîl di zarokatiya xwe ve felca zarokan derbas kir lê ev yek li pêşiya perwerdeya wê nebû astengî, bi ser ket û dest bi kar kir. Dûre bi awayê tesadufî deriyên cîhana sporê lê vebûn, bû yekem voleybola jin a Tîma Voleybolê ya Kêmendamên Misrê û niha xwedî kariyerek mînak e.

Bi notên bilind ên zanîngehê ket kar

Esma Seyîd Muhammed Qendîl ji bajarê Asyûtê ye, beşa muhasebe ya Muduriyeta Ciwan û Sporê de dixebite. Dema ku hatiye cîhanê ji aliyê fizîkî ve tam baş bûye lê aşiya zarokan agirê wê zêde bûye, rewşa wê ya tendirustiyê nebaş bûye û bi felca zarokan ketiye. Esma diyar dike ku malbatê destek daye, tu cudahî nexistine navbera wê û xwişk û birayê wê û bi awayê asayî jiyaye û wiha didomîne: “Ez bi xwendina 5 salan ji Lîseya Bazirganiyê mezûn bûm dûre li Zanîngeha Bazirganiyê min xwend û dîplomaya xwe girt. Dema ku karmendiya dewletê hat îlankirin, min digot qey dê ji %5 kontenjana kêmendaman bikevim kar lê ji ber ku notên min ên zangîngehê bilind bûn, ji kategoriya puana herî bilind ketim kar û di beşa muhasebeyê ya Muduriyeta Ciwan û Sporê de min dest bi xebatê kir.”

‘Çûm Kulûba Al-Waî ya ku cihê antremanê bû’

Esma Muhammed li ser destpêka serpêhatiya xwe ya voleybolê jî wiha dibêje: “Piştî ku min di Muduriyeta Ciwan û Sporê de dest bi kar kir, di muduriyetê de beşek bi navê ‘Muduriyeta Sporê’ hebû. Mudurê wê min dît. Di wê pêvajoyê de Wezareta Ciwanan û Sporê, ji bo kêmendaman çalakiyên sporê yên tenîs û voleybolê li dar dixist. Teklîfa beşdariyê li min kirin, min pejirand û beşdar bûm. Çûm Kulûba Al-Waî ya ku cihê antremanê bû. Di voleybolê de nû bûm, tiştek nizanibûm. Bi demê re hêdî hêdî min dest bi lîstikê kir lê asta min hê destpêk bû. Ji hevalên xwe hîn bûm kû dê Tîma Milî ya Voleybola Misrê were avakirin û lîstikvan werin hilbijartin. Bi rayedaran re ketim têkiliyê lê ji min re gotin ku hejmar temam bûye û hilbijartin bi dawî bûye.”

Encama îsrarê serkeftin e

Esma Qendîl diyar dike wê dest jê bernedaye, hejmara telefona antrenorê tîmê girtiye pê re axiviye piştî ku antrenor daxwaz û îsrara wê dîtiye bi kêfxweşî xwestiye beşdar bibe û wiha got: “Ez Çûm Kulubê, testek kirin. Hinek hevalên tîmê beriya min sporê kiribûn, ji ber vê asta wan ji ya min zêdetir bû. Sal 2015 bû. Dîrektorê teknîkê yê Tîma Milî ya Voyelbolê ya Kêmendamên Misrê ji min re got ku tenê pêdiviya te bi hinek antremanê heye û di tûrnûvayek din de tuyê bikevî tîmê lê turnuvaya ku wê demê ji bo hilbijartinê dihat amadekirin betal bû. Beşdariya jinên kêmendam ji bo Şampiyoniya Efrîqayê hat paşxistin.”

Vê rewşê di lehiya wê de bû lewre dûre di hilbijratinên yekem de ji kadroya sereke hat girtin û beşdarî kampa yekem a Tîma Milî ya Voleybolê ya Misrê û turnuvaya yekem bû.

‘Hema bibêje salek di navbera kampan de çûm hatim’

Esma Muhammed wiha didomîne: “Ji ber ku serdema yekem bû tîm hatibû avakirin, şeş meh an jî salek di navbera kampan de çûm hatim. Dûre sala 2016’an tevlî Şampiyoniya Efrîqayê ya li Ruandayê hat lidarxistin bûm. Em bûn duyemîn, asta me pir baş bû û bi ferqek biçûk em nebûn yekem.”

Di her turnuvayê de hat hilbijartin

Esma Qendîl diyar dike ku hema bibêje di her turnuvayê de hatiye hilbijartin û dide zanîn ku di her tûrnûvayê de hem di tîma milî de hatiye hilbijarin. Her çendî rêveberî dem bi dem lîstikvanan nû bike jî ew her dem di navbera kesên tên hilbijartin de bû. Sedema vê jî ew bû ku kêmbûna lîberî û lîstikvanên navîn (hejmar 3) û kêmbûna lîstikvanên bejinbilind ên ji bo pozîsyonan bû. Ji ber vê yekê dubare hat hilbijartin û di sala 2019 û 2020’an de beşdarî Şampiyoniya Navbera Parzemînan a li Çînê hat lidarxistin bû.

Esma Muhammed diyar dike ku di serdemeke ku tîma milî rawestiyabû de; piştî ku ket hinek kuluban di Kuluba Petrolê Asyûrt de îstîqrarê dît û wiha got: “Asta min pir bi pêş ket. Antremaniya bi rêkûpêk asta min pir bilind kir û ev bû sedem ku di Kûpaya Cîhanê ya di sala 2023’yan de li Paytexta Îdarî hat lidarxistin de ji nû ve werim hilbijartin. Me performaneseke pir baş nîşan da û gihîştin fînala çaryek. Ji wê demê tîma neteweyî ji nû ve kom nebû lê di turnuvaya dawî de di pozîsyona xwe de ketim asteke pir baş. Em niha li benda turnûvayên nû ne.”

Her dem antremanan domand

Esma Muhammed Qendîl got ku Federasyona Voleybolê her sal li tevahiya welat ji bo kuluban lîgek li dar xistiye û diyar kir ku di vî lîgê de li gorî performansê lîstikvanên tîma milî hatine hilbijratin. Her wiha da zanîn ku her dem antramanê domandiye lewre dema mirov navber dide asta mirov kêm dibe.

Li gorî kaptan Esma Qendîl îro civak ji berê zêdetir dixwaze keçên kêmendam sporê bikin û wiha bi dawî dike: “Êdî em dibînin ku ji navendên dûr ên weke Ebnub, El-Feth, El-Ghanayem û ji gundan keçên ciwan tên. Malbatên wan, destûr didin ku beşdar bibin. Ev yek pêşketina di nêrîn û hayjêbûna civakê de nîşan dide.”