Li Minbicê cara yekem jin beşdarî pêşbaziya satrançê dibin

Desetya Ciwan û Werzîşê bi dirûşma "Em ê xaka xwe û şoreşa xwe biparêzin" pêşbaziya satrançê ya jinan jî têde cihê xwe girt li Minbicê li darxist.

Minbic - Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Ciwan û Werzîşê bi dirûşma "Em ê xaka xwe û şoreşa xwe biparêzin" pêşbaziya satrançê bi beşdariya 40 lîstikvanan di nav de 10 lîstekvanên jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da despêkirin. Pêşbazî piştî ku 2 rojan li pey hev berdewam kir, di 24'ê Sibatê de bi xelatkirina tîmên beşar ên herêma Firatê, herêma Cezîrê, bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi dawî bû. Di roja yekem a pêşbaziyê de tîma Cezîrê pileya yekemîn, tîma Reqayê pileya duyemîn û tîma Firatê jî pileya sêyemîn bi dest xist. 
Di roja duyemîn de lîstikvan Sara Mihemed a ji bajarê Tebqayê pileya yekemîn, lîstikvan Xofran Mehmûd jî a ji bajarê Tebqayê pileya duyemîn, lîstikvan Hezar Abbas a ji bajarê Minbicê pileya sêyemîn, lîstikvan Ala Fafî ya ji bajarê Tebqayê jî pileya çeremîn bi dest xist.
"Divê jinên ciwan beşdarî pêşbaziyên satrançê bibin"
Bana Welîd a bi tîma bajarê Minbicê re beşdarî pêşbaziya satrançê bû diyar kir ku yekem car beşdarbûna jinan di pêşbaziya satrançê de gaveke girîng e û wiha domand: "Ev sala duyemîn e ku Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Minbicê pêşbaziya satrançê li dar dixe. Ya pêşbaziya îsal ji sala borî cuda dike, beşdarbûna jinan e. Ez bang li hemû jinan dikim ku beşdarî pêşbaziyên werzîşê bibin û astengiya kevneşopî û adetên civakê bişkînin."
"Ji bo me jinan giringe em beşdarî werzîşên cûda bibin"
Rozdar Hemê ku bi tîma bajarê Kobanî re beşdarî pêşbaziyê bû jî wiha got: "Em wek tîma bajarê Kobanî cara yekem e beşdarî pêşbaziyek satrançê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin. şampiyoneyên ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav xwe dihewîne gavek giringe. Beşdarbûna jinan a van lîstokan gavek giringe."