Li Iraqê jin di qada werzîşê de rastî astengiyan tên

Perwerdekara werzîşê Şeza Hamêd Touqan bal kişand astengiyên ku jin di qada werzîşê de li Iraqê dijîn.

NÛR EL-MERSÛMÎ

Iraq – Gelek jinên li Iraqê hewl didin qeydên civakî bişkînin û kêrhatiniyên xwe yên cuda weke lîstikên werzîşê bikin lê ji ber nêrîna civakê rastî astengiyan tên. Jinên Iraqê hewil didin asta werzîşa jinan li welat bilind bikin tevî hemû bêrderfetiyên aborî yên kêm, urf, adet, kevneşopiyan û qeydên civakî jî di wî warî de di nava hewldanan de ne.

Der barê sedemên astengkirina werzîşa jinan de, perwerdekar Şeza Hamêd Touqan dibêje ku piştgiriya kêm a malbatan ji zarokên keç re yek ji astengiyên herî zêde ye li pêşiya werzîşa jinan ku hê jî gelek kes bi guman li jinên werzîşvan dinêrin bi taybetî ji ber tunebûna cihên taybet ji bo perwerdekirina wan.

‘Hema bibêje werzîşa jinan li Iraqê hatiye jibîrkirin’

Şeza Touqan da zanîn ku li Iraqê jin di qada werzîşê de rastî astengî û sînordarkirinê tên û wiha domand: “Civaka ku em tê de dijîn girêdayî urf û adetên eşîran e ji bo wê malbat nahêlin keçên wan biçin klûbên werzîşê û werzîşvanên jin rastî gotinên nebaş tên. Tevî hebûna gelek hol û klûbên werzîşê yên ji bo lîstikên jinan tevlibûna wan gelekî kêm e hema bibêje werzîşa jinan li Iraqê hatiye jibîrkirin.”

 ‘Pêdivî bi alavên werzîşê heye’

Şeza Touqan destnîşan kir ku ji bo lîstikvanên jin xwe bi pêş bixin û astên yekem bigrin divê alavên werzîşê yên pêwîst ji wan re peyda bikin û got: “Di kluba ez bi rê ve dibim de, rahînanên bayî yên bi navê Zomba tê naskirin û yên Swêdî bi kar tînim ji ber ku alavên pêwîst li klubê nîn in.”

Şeza Touqan di dawiya axaftina xwe bang li jinan kir ku ji bo tendirustiya xwe beşdarî werzîşan bibin û ji bo beşdariya jinan anî ziman ku divê piştgirî bê dayîn.