Li Filistînê jin bi werzîşa judo xwe ji tundiyê diparêzin

Jin û keç werzîşa judoyê dikin da ku baweriya xwe zêde bikin, dema ku rastî tundiyê tên, xwe biparêzin û jêhatîbûna xwe ya kesane û jiyanê bilind bikin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Werzîşa judo yek ji hunerên şerî ye ku di cîhanê de, nemaze li Filistînê ku weke werzîşa ku tenê mêr dikarin bikin dihat hesibandin û ji ber kevneşopiyên civakî jin nedikarîbûn tevlî vê werzîşê bibin. Jinên Filistînê bi werzîşa judoyê him têgihên kevnepoş ên civakê hildiweşînin him jî xwe parastina ji her cure tundiyê fêr dibin.

Sena El-Tehan a 19 salî ku tevî temenê xwe yê ciwan ew di werzîşa judoyê de bûye profesyonel û ew lîstikvaneke di tîma keçên Filistînê de ye û her wiha di klûbên werzîşê de rahêner e wiha ji ajansa me re got: “Ji bo civak û malbatê zehmet bû ku fikra ku keçên wan werzîşa judoyê bikin qebûl bikin, lê bi demê re ev yek hat derbaskirin û niha gelek keç tevî werzîşa judo dibin da ku xwe biparêzin. Ez di malbateke werzişvanan de mezin bûm û bavê min cîgirê serokê Federasyona Werzîşê ya Filistînê ye, ku vê yekê min teşwîq kir ku kariyera xwe ya werzîşê temam bikim û di Şampiyoniya Navendî ya Filistînê de bigihim pileya yekem û ez hatim namzedkirin ku nûnertiya welatê xwe di pêşbirkên Olîmpiyadê de li derve bikim.”

“Ji ber nebûna îmkan û alavan di klûbên werzîşê de em rastî zehmetiyan tên”

Sena El-Tehan da zanîn ku qedexeyên civakê li ser keçan ferz dike ku bi her cûre werzîşê re mijûl nebin û wiha pê de çû: “Keç ji piraniya mafên xwe yên bingehîn, wek mafê seferê, dema ku ji bo nûnertiya navneteweyî namzed dibin, bêpar in. Şer û kêşeyên dijwar ên li pêşberî jinan, wekî çanda civakê û ramana baviksalarî, ji bo beşdarbûna jinan astengên girtî ava dike. Ji ber nebûna îmkan û alavan di klûbên werzîşê de em rastî zehmetiyan tên.”

“Werzîşa judo weke cureyekî xweparastinê û xwebaweriyê zêde dike”

Ala El-Rubayî ya 31 salî ku ew jî werzîşa judo dike wiha anî ziman: “Ev sê sal in ku ez werzîşa judo dikim. Ev werzîş ji bo hestiyan pir baş e. Werzîşa judo weke cureyekî xweparastinê û xwebaweriyê zêde dike. Min kembera porteqalî, pileya çaremîn di judoyê de û madalyaya zêr a yekem di sala 2020’an de wergirt.”

“Jin dikarin bi werzîşê xwe ji tundiyê biparêze”

Dana El-Meshûn a 12 salî ku ew jî werzîşa judo dike wiha bi lêv kir: “Ez ji her cûre hunerên şer hez dikim. Rahêner li dibistanê gelek jêhatîbûn pêşkêş kirin, di nav de judo, ji ber vê yekê min biryar da ku beşdarî werzîşa judo bibim. Jin dikarin bi werzîşê xwe biparêze, nemaze dema ku rastî tundiyê yan jî li kolanan rasstî tacîzê tên. Ez ji keçan re şîret dikim ku fêrî werzîşa jdoyê bibin da ku xwe biparêzin.”

“Pratîka keçan a her werzîşa hunerên şerî nîşana pêşkeftinê ye”

Tala Musa jî ya 17 salî ku ew jî werzîşa judo dike anî ziman ku ev 5 sal in ew werzîşa judoyê dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Min gelek madalyayên zêr wergirtin. Pratîka keçan a her werzîşa hunerên şerî nîşana pêşkeftinê ye, û ne dûrketinek e ji adet û kevneşopiyên ku piraniya keçên filistînî li ser wan mezin bûne.”