Li Eskîşehîrê bi sedan jinan bi hev re yoga kirin

Bi sedan jinên ku li hemberî astengkirina yogayê ya beriya çend rojan hat jiyîn bertek nîşan dan, li Parka Dede Korkut li dijî astengiyan bi hev re yoga kirin.

Navenda Nûçeyan - Jinên ku li Parka Dede Korkut ya Odunpazariya a navçeya Eskîşehîrê yogayê dikirin, bi gotina "Ji CÎMER'ê re gilî heye" hatin astengkirin. Jinên endamên Platforma Jinên Demokratîk a Eskîşehîrê (EDKP) piştî ku astengiya hat jiyîn li raya giştî hat bihîstin, ji bo li parkê yogaya bikin bang li jinan kirin.

Bi sedan jin li parkê hatina gel hev, bertek nîşanî qedexeyê dan. Jinan bê navber duruşmeyên "Hûn ê tu carî bi tenê nemeşin", "Em bêdeng namînin, natirsin, îtaet nakin" û "Bijî hevgirtina jinan" berz kirin.

“Jinan qedexeyên we nas nekirin”

Di daxuyaniya ku li ser navê jinan hat kirin de, hat destnîşankirin ku sedema qedexeyê ne giliya li Cimerê û ne jî ji aliyê gel ve bikaranîna wekhev a parkê ye û ev tişt hatin gotin:

“AnadoluFestî çima astengkiribe, derketina li ser sehne ya Aynur Dogan û Melek Mosso çima astengkiribe, yên yoga dikin jî ji ber vê yekê dixwazin asteng bikin. Lê ew tiştek bîra dikin. Jinan qedexeyên we nas nekirine, dê nas nekin jî. Em îro hatin yogayê. Haydê me jî asteng bikin.”

“Em sînoran qebûl nakin”

“Ew dixwazin jinan nefesê negirin. Tenê li malê birûnin, paqijiyê bikin, zarok bînin û qet dengê xwe dernexin. Em sînorên tên xêzkirin qebûl nakin. Hemû park yên me ne. Em niha çavên xwe digrin nefesek xurt digrin û dema nefesên xwe hedî hedî didin, dibêjin Bijî Hevgitina me ya Jinan.”

Piştî daxuyaniyê hemu jinan bi hev re tevî mamoste yoga kirin.