Li Belçîkayê yekem car jinek bû Seroka Federasyona Futbolê

Di dîroka Belçîkayê de cara ewil jinek ji bo serokatiya Federasyona Futbolê ya Belçîkayê hat hilbijartin. Pascale Van Damme bû serokê Yekîtiya Futbolê ya Belçîkayê.

Navenda Nûçeyan - Hilbijartinên Serokatiya Federasyona Futbolê ya Belçîkayê ku ji Kûpaya Cîhanê ya FIFA’yê ya 2022’an ku li Qeterê hat lidarxistin ve di qonaxeke dijwar re derbas dibe, hat kirin.

Lijneya Rêvebir a federasyonê piştî îstifaya serokê berê Paul Van den Bulck, Pascale Van Damme tayînî kursiyê vala kir. Bi vî awayî di dîroka welêt de cara yekem jinek bû seroka Federasyona Fûtbolê. Pascale Van Damme di sala 2021’ê de beşdarî lijneya rêvebirina federasyonê bûbû.