Li Îranê Leyla Zekîzade bû seroka werzîşa jinan

Li cihê Mandana Resul, Leyla Zekîzade weke seroka siyaset û geşepêdana werzîşa jinan li Îranê hete hilbijartin.

Navenda Nuçeyan - Li gora medyaya werzîşî ya Îranê wezîra werzîşê ya Îranê Leyla Zekîzadeyî weke serokê siyaset û geşepêdana werzîşa jinan hate hilbijartin. Wezîra werzîşê got: “Leyla Zekîzade kesek xwedî ezmune, hilbijartina wê li ser pêşniyara cêgiriya wezîra werzîşa jinan hatiye kirin.”
Leyla Zekîzade xwednevana ku di aliyê rêveberiya werzîşî û pisporiya werzîşê de li wezareta werzîşê kar kiriye û xwedî belgenameya mastirê ye.
Hêjayî bi birxistinê ye beriya niha Mandana Resul seroka siyaseta geşepêdana werzîşa jinan bû.