Klûba boksê li Zîvala Xezayê bûye cihê bêhnvedanê

Di nava bajarê ku ji ber şer hilweşiyaye, di koneke sade de keçên Xezayê ji nûve vedigerin boksê. Di bin siya kavil û tirsê de, Rehaf Ebû Nacî û hevalên wê bi biryar in jiyana xwe gav bi gav ji nû ve ava bikin.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Sê sal piştî şerê li Zîvala Xezayê û tevî wêrankirina navendên fermî, li rojavayê bajêr, klûba boksê ya jinan biryar da ji nû ve dest bi xebatên xwe bike da ku jin bikaribin werzîşê bikin. Bi kona ku bi derfetên sînorkirî hatiye avakirin, armanc ew e piştgirî ji zarokên keç û jinan re were dayîn, tenduristiya wan a bedenî û aramiya wan a psîkolojîk were xurtkirin.

‘Vegera min a boksê bandorên erênî li ser tenduristiya min kiriye’

Endama klûba Boksa Jinan a Xezayê (Gaza Bixing Women) Rehaf Ebû Nacî got ku ji nû ve vekirina klûbê di konek de hêviyek mezin dide wê. Rehaf Ebû Nacî diyar dike ku vê werzîşa ji zarokatiyê ve jê hez dike, di jiyana wê de cihekî girîng girtiye û got: “Vegera min a boksê bandorên erênî li ser tenduristiya min a bedenî kiriye, sergêjiya min a domdar kêm kiriye. Bi saya werzîşê, ez hêrsa xwe di rîngê de derdixim û bi vî awayî hêrsa min a demdirêj bi dawî dibe.”

Rehaf Ebû Nacî anî ziman ku piştî dest bi werzîşê kiriye, heta destpêkirina şer, rojek jî antremanên xwe paş nexistiye û got: “Piştî hêzên Îsraîlê pêşî li bakur avahiya klûbê şewitandin û dûre êrîş kirin, hilweşandin, rahêner û werzîşvan neçar man ber bi başûr ve koç bikin. Her çendî navendeke nû li başûr vebû jî ne gengaz e bigihîje wê û ez sê salan ji boksê dûr mam.”

Rehaf Ebû Nacî ku neh sal in boksê dike û niha di bîst saliya xwe de ye, dibêje ku ew xwe ji piraniya hevalên xwe cuda dibîne. Tekez dike ku ew li ser mijarên jê bawer dike rast in bê dudilî fikra xwe dibêje.

‘Dayîk û bavê min her dem lê kêleka min bûn’

Rehaf Ebû Nacî dibêje ku piştgiriya malbata wê di pêşxistina jêhatiniyên wê û şopandina boksê di asta profesyonel de roleke mezin lîstiye û dibêje ku dê û bavê wê di her tûrnûvayeke ku beşdar bûye de her gav li kêleka wê bûne. Da zanîn ku piştgiriya domdar a wê ji rahênera xwe girtiye faktorek girîng a gihîştina asta wî ya niha ye.

‘Ez ê perwerdeya xwe bidomînim’

Rehaf Ebû Nacî, diyar kir ku helwesta civakê li hemberî boksorên jin bandorê li wê nake û wiha domand: “Ez, ji ber ku hinek kes min dişibînin mêran, an jî ji werzîşa dikim nerazî ne dest ji tişta ku jê hez dikim bernedim. Ez ê heta ku rojek ji Xezayê derbikevim û madalyayek navneteweyî qezenc bikim perwerdeya xwe bidomînim. Di heman demê de hewl didim perwerdeya xwe temam bikim. Bi taybetî jin dixwazin beşdarî werzîşê bibin. Li bajarê ku ji ber şer wêran bûye bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînim. Gelek demên ku nikaribûm bigihîjim klubek, min gelek caran şîroveyên weke ‘Ma di van şertan de werzîş tê kirin? Dev ji van werzîşan berdin’ dibihîst.”

Baweriya jinan zêde dike

Werzîşvan Ferah Ebû el-Kumsan îfade kir ku klûb nêzê beriya mehek ji nû ve hatiye vekirin, da zanîn ku ev biryarek li ser daxwaza zêde ya kur û keçên bajêr hatiye dayîn e û wiha got: “Keç bi riya medyaya dîjîtal bi berdewamî bi klûbê re di nava têkiliyê de bûn û navenda li başûrê Xezayê nêzî salek û nîv e bi rêkûpêk dixebite. Fêrkirina werzîşên parastinê ji bo keçan girîng e, bi taybetî ji ber şert û mercên awarte yên li Xezayê.”

‘Tevî kêmasiyan em xebatên xwe didomînin’

Ebû el-Qumsan diyar kir ku tevî alavên kêm ên vê dawiyê hatine bidestxistin jî deriyên xwe ji bo jin û keçên ji her temenî vekiriye û got: “Li bajarê dorpêçkirî kêmasiyeke cidî ya alavên werzîşê heye. Îro pêwîstiya klûbê bi doşekên erdê, pêçan, piştgirên destan, lepikên boksê, parêzvanên dev û alavên din heye, tevî kêmasiyan em xebatên xwe didomînin.”

Werzîşvan, kêfxweşiya xwe ji bo eleqeya keçan nîşan da û da zanîn ku kesên cara yekem tên serdana wan pir caran pirsa; ‘Li Xezayê bi taybetî ji bo jinan klubek a boksê heye?’ dikin û wiha got: “Em agahiyên bingehîn didin kesên nûhatî, tevgerên pêşîn fêrî wan dikin û ji wan re dibêjin ku boks ne tenê hêza bedenî, di heman demê de asteke bilind a konsantrasyonê jî hewce dike.”

Temenê werzîşvanên klûbê di navbera 6 û 30 salî de ye. Ew hemû di bin banekî de tên ba hev ji ber ku bawer dikin pêwîstiya bedena wan bi vê werzîşê heye. Ebû el-Qumsan dibêje ku boks baweriya jinan a bi xwe zêde dike û biryardariya wan baştir dike, bang kir ku divê zarokên keç û jin serdana klûbê bikin û dest bi werzîşê bikin, li pêşdaraziyên civakî nenihêrin.