Klûba Asayîşê ya jinên ciwan a futbolê bi ser ket

Klûba Asayîşê di Tûrnûveya Futbolê ya Herêma Cizîrê ya Jinên Ciwan de ku 5 tîm beşdar bûbûn, bi ser ket.

Qamişlo- Şampyonek ji bo klûbên futbolê yên jinên ciwan hatibû destpêkirin. Di şampiyonê de klûba Vedeng, Asayîş, Peyman, Ehlî Amûda û Waşûkanî beşdar bûn. Piştî lîstina pênc tûran, du klûbên bi navê Asayîş û Ehlî Amûda derbasî qonaxa dawî bûn.

Yekemîn şampyona jinên ciwan li ser asta Herêma Cizîrê

Sîstema şampiyoniyê di qonaxeke wisa de derbas bû ku tê de hemû klûb bi hev re dilîstin û serkeftiyê bi hejmara herî zêde puanan serkeftî bû sernavê şampyoniyê. Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn şampiyona jinên ciwan e li ser asta Herêma Cizîrê tê lidarxistin. Jixwe di wan her pênc tûran de klûba Asayîşê 9 puan bi dest xistibû û klûba Ehlî Amûda jî 7 bi dest xistibû.

Maça ku diyarker bû ji bo naskirinê derketiye tûrnûvayê di navbera Asayîş û Ehlî Amûda de. Klûba Asayîşê bi du golan di nîvê yekem û duyemîn de bi ser ket û şampyoniya Lîga Herêma Cizîrê ya jinên ciwan bi dest xist.

Piştî ku maç bi dawî bû endamên her du klûban bi madalyayê hatin xelatkirin. Her wiha du top pêşkêşî hemû klûbên beşdar hatin kirin. Li hêla din lîstikvana Klûba Asayîşê Îtîdal Hemdan di tûrnûveyê de wek golparêza herî baş hat xelatkirin. Dilnar Îsmaîl jî wek golvana herî baş hat xelatkirin.

Di dawiyê de klûba şampiyoniyê di atmosfereke tijî kêfxweş, serbilindî û coş de radestî Klûba Asayîşê hat kirin.