Kaptana tîma hentbolê ya Afganistanî hat qetilkirin

Kaptana tîma hentbolê ya afganî Nouri Tabes a “Muhafizên Aştiyê” li mala xwe hat qetilkirin.

 
Navenda Nûçeyan– Federasyona Hentbolê ya Neteweyî ya Afganistanê, ragihand ku Nourî Tabes a li Serapulê kaptaniya tîma “Muhafizên Aştiyê” dikir hatiye qetilkirin. Kesek an jî kesên ku di saetên êvarê de bi zorê ketine mala Nourî Tabes û ew kuştine heta niha nehatine dîtin. Rayedarên polîsan, difikirin ku kujer reviyabin herêma Talîbanê.