Jinên werzîşvanên Cezayîrê yên di lîstikên Paralîmpîk ên 2020’an de serkeftin e

Werzîşvanên jin ên xwedî pêwîstiyên taybet welatên xwe di paralîmpiyadên 2020’an de gelek baş temsîl kirin û serkeftinên werzîşî bi dest xistin sê madalyayên zêr, yek zîv û du jî tûnc bi dest xistin.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Sporvanên jin ên Cezayîrê yên ku beşdarî Lîstikên Paralîmpîk bûn di navbera perwerde û pêşbaziyê de ji bo ku di Olîmpiyadên Tokyoyê yên 2020’an de rekorê bi dest bixin û di werzîşên cihêreng de medalya bigrin gelek zorî kişandin.
Lîstikvana 23 salî Sherine Abdellawi ku li dibistanê dest bi werzîşvaniyê kiriye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wê ji lîstok, siwarbûna hespan, bezîn û pêşbaziyan pir hez dikir û xeyala wê girtina madalyayek bû. Daxwaza wê ya herî bilind ew bû ku mirov wê nas bikin an navê wê bînin ziman lê îro ew ala welatê xwe Cezayîrê bilind dike û dibêje ji min re ne hêsan bû ku ez bigihîjim vê astê.
Sherine Abdellawi werzîşa Judo hilbijart da ku bibe lîstikvanek profesyonel di tîma neteweyî de û got: “Ez li taxê pir bi tevger bûm û di praktîzekirina werzîşê de jêhatî bûm ev jî ji min re bû alîkar ku ez tevgeran zû bi bîr bînim û wan ji nû ve li ser werzîşên cihêreng biceribînim û vê yekê min teşwîq kir ku jêhatîbûnên xwe di werzîş û judoyê de bi pêş bixim.”
“Malbat yekem kes in ku baweriyê bi zarokên xwe bînin”
Tevî astengdariya wê ya dîtbarî jî biryardariya wê hişt ku dengê xwe bigihîjîne cîhanê û nûnertiya welatê xwe di forumên navneteweyî de bike û di 17 saliya xwe de beşdarî Paralîmpiyadên li Rio de Janeiro ya Berezilyayê bû û bibe lîstikvana herî ciwan a Cezayîrê û wiha got: “Ew yekem car beşdarbûna min a lehengî bû, min tiştek bi girîngiya van lîstikan nizanibû lê tevî tirs, berpirsyarî û kêmbûna tecrubeyê, min bi şiyanên xwe bawer kir û wê demê min madalyona bronz girt. Ez pir kêfxweş bûm ku min ev serkeftin qezenc kir. Malbat yekem kes in ku baweriyê bi zarokên xwe bînin. Çi mirovên xwedî pêwîstiyên taybet bin, çi jî yên din, ew jî ji bo ku zarok bi malbat û civakê re dibin yek. Jixwe astengî nebû sedemek an pirsgirêkek ji pratîka min û hezkirina min a ji werzîşê re.”
Tevî pandemiya koronayê û zêdebûna qeyrana tenduristiyê li Cezayîrê û tevî dijwariya amadekariyan, nebûna kapasîteyan û betalkirina hemû bûyerên werzîşê yên li derveyî welat, van mercan nehişt ku îradeya wê ya sûdwergirtina ji ferzkirina karantînaya malê bişkê. Wê di lîstikên Paralîmpîk ên 2020’an de di kategoriya jinan a 52 kg. de madalyaya zêr girt.
Şampiyona Paralîmpîk Sherine Abdellawi, piştî ku yekem madalyaya zêrîn a Cezayirê bi dest xist, di 14’ê Îlona borî de ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve ji bo salekê wekî sefîra niyetên baş hat tayînkirin ji bo vê yekê dibêje: “Ji bo min şanaziyek mezin e ku ez sefîra niyetên baş im û ez ê jê sûd bigrim ku werzîşa mirovên xwedî pêwîstiyên taybet destnîşan bikim û ez her wiha hêvî dikim ku civak jinên Cezayîrê mezin bibîne û li welat û derveyî welat piştgiriyê bide wan da ku nûnertiya Cezayirê bikin.”
Li Dohayê madalyaya zîv girt 
Şampiyona Paraolîmpîk a Cezayîrê Monia Kassemi ya 31 salî ji lîsteya werzîşvanan a di avêtina Solcan a jinan a li Tokyoyê de ne dûr bû lê ligel kêmbûna derfet, şert û mercên dijwar ên di dema amadekirin û perwerdeya Lîstikên Paralîmpîk ên 2020’an de dît, wê di van lîstikan de bi wergirtina madalyayê Bronz bi hevalên xwe yên lîstikvan re ji kategoriya pêwîstiyên taybet re surprîzek çêkir.
Monia Kassemi da zanîn ku wê di 17 saliya xwe de dest bi lîstikê kiriye û beşdarî yaneya ‘Auras Ya Kêşeyê’ bû ji bo astengdarên bedenî yên li eyaleta Batna, rojhilatê Cezayirê bû 8 madalya ji metalên cihêreng stend û di şampiyoniya cîhanî ya Atletîzma ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet di sala 2011’ an de rêza nehem girt. Her wiha di sala 2012’an de di Lîstikên Paralîmpîk ên havînê de li Londonê di rêza duyemîn de cih girt. Piştî ku wê di şampiyoniya cîhanî ya atletîzmê ya ji bo xwedî pêwsîtiyên taybet ên sala 2015’an li Dohayê medala zîv girt û di Kûpaya Cîhanî ya Olîmpiyatên 2019’an de madalya bronz girt wiha got: “Her cara ku ez derdikevim ser dîwanê, dema ku ez dibînim ala welatê min bilind dibe ez gelek keyfxweş dibim. Ji ber ku îsal di Paralîmpiyadên Tokyoyê de bi ser ketim ez pir kêfxweş im.” 
“Ev serkeftin ne hêsan bû”
Werzîşvana Paralîmpîk a Cezayîrê Safiya Celal navê xwe li dîrokê da û bû yekemîn werzîşvana jin ku di pêşbirka avêtinê de madalyaya zêr qezenc kir û di Lîstikên Olîmpiyadên Tokyoyê yên 2020’an de yazdeh metre bi dest xist. Der barê serkeftina xwe de wiha got: “Ev serkeftin ne hêsan bû. Ez gelek kêfxweş bûm ku dema min alaya welatê xwe li Tokyoyê di sala 2020’an de bilind kir. Min ji tu şampiyonan sûd negirt û min perwerdeyên têrker ji bo pêşandana Lîstikên Paralîmpîk nedît lê tevî vê yekê ez bi ser ketim û min madalya qezenc kir. Ez ê her dem di hemû forumên navneteweyî de amade bim.” 
Safiya Celal ji sala 2004’an û vir ve çend madalyayên ji metalên curbecur di Paralîmpiyadên havînê yên li Atînayê û di sala 2012’an de li Londonê di pêşbaziya avêtinê de madalyaya zîv wergirt.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şampiyonên Cezayîrê yên xwedî pêwîstiyên taybet di çalakiyên 16’emîn Lîstikên Paralîmpîk ên li Yaban de serkeftin bi dest xistin, niha li  Cezayîrê 12 medalyayên navneteweyî hene, 4 zêr, 4 zîv û 4 tunc. Ew dikaribûn serkeftin û serfirazî û encamên rûmetdar li Afrîka û cîhana Ereban, Tunis û Mexrîbê bi dest bixin.