'Jinên werzîşvan zêdetir rastî gotinên nexweş û rexneyan tên'

Mamostaya werzîşê Îman Berzan dibêje ku yek ji sedemên sereke ya tundîtûjiya li hemberî werzîşvanên jin torên civakî û nêrînên rexnegir û gotinên nexweş in.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr- Werzîş pêwîstiyeke bedena mirovan e û tendirustiya mirovan diparêze. Werzîşa mêran di nava civakê de normal tê dîtin lê belê ger jinek werzîşê bike civak bi çavek din lê mêze dike û rastî rexne û tundîtûjiya derûnî û gotinên nexweş tê.

Îman Berzan koleja perwerdeyê beşa werzîşê li zanîngeha Helepçeyê temam kiriye û bi xwe rûniştvanên bajarokê Şarezûrê ye û niha jî li hola werzîşa bedenê mamoste ye û di heman demê de lîstikvana tîma keçan a herêma Şarezûrê ye.

‘Her dem jin rastî gotinên nexweş û rexneyan tên’

Îman diyar kir ku gelek ji werzîşê hez dike û ji her jinek ku armanca wê werzîş be destpêkê zehmet e lê belê bawerî û hêz gelek girîng e û piştgiirya malbatê rolek gelek girîng di pêşketina werzîşê de heye û wiha got: “Ez dayika xwe weke sedema serekê ya serkeftina xwe dibînim. Divê ezmûn û şarezayî û piştgiriya civakê hebe û her wiha hebûna navendek ji bo derxistina hêza xwe beşek girîng a pêşketinê ye. Hêza jinan ji ya mêr kêmtir nîn e lê belê her dem jin rastî gotinên nexweş û rexneyan tên. Ev jî ji ber asta kêm a rewşenbîriya xelkê ye yan jî kevneşopiyên ku cudahiya zayendê dikin. Her jinek ku bixwaze karek wê yê serbixwe hebe rastî gotinên nexweş û rexneyan tê û jê re dibêjin ‘Karê te nebaş e û di vî welatî de dahatuyek te nîn e.’ Ev jî dibe sedema bêhêvîbûn û bandora neyênî li ser derûniyê. Daxwaza min ji jinan ew e ku bi hêz bin û baweriyê bi xwe bînin, guh nedin bandorên neyênî yên hene û armancên xwe bi dest bixin. Ez bi xwe dema rastî gotinên nexweş an rasterast yan jî di torên civakî de dihatim min guhên xwe nedidayê û ez ji gotina tu dikarî gelek hez dikim ji ber ku di encamê de wê bikaribim, vê gotinê ji bo min bûye hêzek erênî ji bo serkeftinê.”

‘Yek ji awayên sereke yên tundiyê torên civakî ne’

Mamosteya werzîşê Îman Berzan wiha got: “Tundîtûjî tenê ne lêdana fizîki ye, niha sedemek sereke ya tundîtûjiya derûnî jî torên civakî ye ku bi nivîs û nêrînên rexneyî û gotinên nexweş ji bo kesên ku afrîner in û cuda ne tên kirin. Ez di wê baweriyê de me ku ev kevneşopî nemîne û êdî em bibin piştgirên hev, ji ber ku rengê gotinek erênî wisa dike ku jinek bibe xwedî dahatûyek xweştir.”