Jinên Mexribê hildikişin çiyayan û xwe digihîjînin lûtkeyên herî bilind

Bi destpêka sala 2014’an re, Buşra Bibayno ber bi Emerîkaya Latîn ve çû û piştî hewldaneke têkçûyî di sala 2012’an de, hilkişiya lûtkeya "Aconcacoa" li Arjantînê, li ser vê ezmûnê wiha dibêje: "Min nikaribû xwe bigihîjînim lûtkeyê ji ber ku ba û bahoz pir zêde bû û nehişt ez geşta xwe biqedînim lê wê yekê ez dilgiran nekirim, ji ber ku min xwe îqna kir ku ez dikaribûm vegerim û bi ser bixim.”

 
HENAN HARIT
Mexrib- Hilkişîna çiyayên bilind yek ji werzîşên ku pêwîstî bi wêrektiyê heye û hewceyî amadebûna bedenî ya bilind û bêhnfirehiya zêde ye ku divê hêza mirov a kontrol, balkişandin, jêhatîbûn û hevsengiyê hebe û em kêm caran dibihîsin ku jin vê werzîşê dikin. Li Mexribê û di van salên dawî de jin di vê qadê zêde bûne û hewl didin xwe bigihîjînin lûtkeyên herî bilind ên li navneteweyî, wek pêngavek ji bo îsbatkirina xwe û hewla ferzkirina hebûna jinan di vê werzişê de ku tenê ji bo mêran dihat dîtin.
Şerkera çiyayan
Buşra Bibayno, ya 53 salî, yekem jina Mexribê ye ku hilkişiyaye Çiyayê Everestê yê xwedî bilindtirîn lûtkeya cîhanê ye û bi vî awayî bû yekem jina Mexrib û Afrîkaya Bakur û sêyemîn a Ereb ku vê serkeftinê bi dest xistiye. Ew wekî yekem jina Mexribî ye ku gihîştiye heft lûtkeyên herî bilind di cîhanê de di çar salan de di nabera 2011 û 2015’an de. 
Der barê çawaniya destpêkirina pêwendiya wê bi çiyageriyê re Buşra Bibayno wiha got: "Têkiliya min bi çiyageriyê re di bîst saliya min de dest pê kir. Destpêkê min biryar da ku ez hilkişim Çiyayê Toubkalê ku bilindtirîn lûtkeya Afrîkaya Bakur û heftemîn lûtkeya herî bilind a Afrîkayê ye, bi bilindahiya 4167 metre ku li welatê min Mexribê ye. Min di dema fikra hilkişîna çiyê de bavê xwe îqna kir, paşê berê xwe da bajarê Marakeşê û paşê jî ber bi taxa wî ya ku Jebel Toubkal lê ye û bi ser ketim ku xwe bigihîjînim serê lûtkeyê."
Şikandina nêrîna biçûk a ji bo jinan 
Buşra Bibayno piştî zewaca xwe jî bi biryar ma ku bigihîje lûtkeyan û nêrîna biçûk û kêm a li ser jinan bişkîne û wiha axivî: "Hevjînê min ê jiyanê bi min re heman azweriyê parve dikir, di hilkişîna çend lûtkeyan de bi min re dihat. Min di sala 2011’an de ew razî kir ku biçim Tanzanyayê da li wir hilkişim lûtkeya herî bilind, min xwe bêhêvî nekir û cesaret kir ku bighîjim xewna xwe. Min ji xwe re digot ez ê biceribînim û bibînim ku ez biçim ku derê, min hilkişîna çiya kir hedefa jiyana xwe û ji bo bidestxistina wê gav avêtin."
Armancên Buşra Bibayno li vir bi dawî nebûn, di Hezîrana 2011’an de hilkişiya Çiyayê Spî ku bilindtirîn lûtkeya Ewropaya Rojava ye û salek şûnde hilkişiya lûtkeya Elbrusê ku bilindtirîn lûtkeya Ewropayê ye û di rêzeçiyayên Kafkasyayê de cih digire.
Bi destpêka sala 2014’an re, Buşra Bibayno ber bi Emerîkaya Latîn ve çû û piştî hewldaneke têkçûyî di sala 2012’an de, hilkişiya lûtkeya "Aconcacoa" li Arjantînê, li ser vê ezmûnê wiha dibêje: "Min nikaribû xwe bigihîjînim lûtkeyê ji ber ku ba û bahoz pir zêde bû û nehişt ez geşta xwe biqedînim lê wê yekê ez dilgiran nekirim, ji ber ku min gelek temrîn kirin ku ez dikaribûm vegerim û bi ser bixim. 
Di havîna 2014’an de, wê dikaribû xwe bigihîjîne lûtkeya Denalî ku lûtkeya herî bilind e li Emerîkaya Bakur e, Alaska li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye. Sala din, ez çûm Asyayê û li wir ez hilkişiyam Pyramid Carstens, lûtkeya herî bilind a Endonezyayê.
Piştî van hemû serpêhatî û destkeftiyan, Buşra Bibayno xwest armancek din pêk bîne ew jî hilkişîna lûtkeya herî bilind a cîhanê bû. Di Gulana 2017’an de, wê xewna xwe ya gihandina lûtkeya Everestê, ku bilindtirîn lûtkeya cîhanê ye, pêk anî da ku di nav şampiyonên cîhanê de cih bigre û bi vî awayî bibe yekem jina Mexribê û Afrîkaya Bakur û sêyemîn a Ereb ku digihîje vê serkeftinê.
Zehmetiyên hilkişînê
Der barê metirsiyên ku ew di dema pêkanîna hilkişîna lûtkeyên bilind de pê rû bi rû maye de dibêje: "Di nav zehmetiyên ku ez bi wan re rû bi rû bûm sermaya dijwar hebû, her ku ez hilkişiyam jorê, pileyên germahî dadiketin û ev bi serê xwe dihêle ku çiyager vekişin. Ez di nav berfê de di nav daketinên tûj ên asta oksîjenê û di bin bahozan de meşiyam, mîna Çiyayê Everestê ku ez di hewaya pir sar de hilkişiyam ku pileya germahiyê dadiket binê sifrê 40 î. Hilkişîna vê lûtkeyê metirsîdar bû, min mirin bi çavên xwe dît dema ku lingên min şemitîn û hema ez ketim lê min dikaribû xwe bigihîjînim lûtkeyê û paşê min kêfxweşiyek mezin hîs kir." 
Di nav wan zehmetiyên din ên ku Buşra Bibayno di dema kariyera xwe ya werzîşê de di warê hilkişîna lûtkeyên bilind ên li çar aliyên cîhanê de rû bi rû ma, ew diyar dike ku lêçûnên darayî jî di nav wan zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû bû de bûne û wiha domand: "Tevlibûna li vê dinyayê û gihîştina astên herî bilind, ji bo kirîna cil û bergên pêwîst dirav hewce dike. Ew li gorî werzîşên din werzîşek biha ye, vê yekê jî hişt ku ji bo pêkanîna xewna xwe ez li piştgiran bigerim."
Madalyaya qral 
Di nav bûyerên ku Buşra Bibayno pê serbilind e de, girtina madalyaya qral heye, ew vê bûyerê bi bîr tîne û wiha dibêje: "Di 21’ê Tebaxa 2015’an de, Qesra Qraliyetê li Tangerê gazî min kir, bi munasebeta pîrozbahiya Roja Ciwanan û li wir Qral Muhemmed, bi rêza serfermandariyê, Nîşana Merasîma Neteweyî ya min da. Ez gelek matmayî mam, ev ji min re bû motîvasyonek mezin di rêwîtiyên min ên din de û ez gelek kêfxweş kirim ku ala welatê xwe li lûtkeyan bilind bikim û paşê wêneyek bi rûmet ji jinên Mexribê re bidim û qalibên nizim bişkînim."
Karê komeleyî
Buşra Bibayno di heman demê de posta Seroka Komîteya Jinan a li Zanîngeha Qraliyeta Mexribê ya Sporên Çiyayê digire, ew ji ber pozîsyona xwe, hewl dide werzîşa çiyageriyê bide nasîn û keçan teşwîq bike ku bikevin vî warê ku tenê ji bo mêran bû, wê yekê wiha tîne ziman: "Em dixebitin ku jin û keçan bi hêz bikin da ku xwe ji astengiyên civakê rizgar bikin her wiha ji bo tevlikirina keçên gundî û perwerdekirina wan ji bo hilkişîna serê Toubkalê dixebitin, ji bo ku baweriya xwe bi xwe zêde bikin da bikaribin bi pêş ve biçin û li hemberî hemû zehmetiyên ku di jiyanê de pê rû bi rû dimînin li ber xwe didin."
Li ser daxwazên xwe yên ji bo 2022’an wiha dibêje: "Piştî du salên bêhnvedanê ku ji ber pandemiya koronayê hatibû ferzkirin, ez hêvî dikim ku şert û mercên guncav ji bo hilkişîna Hîmalaya ku 8000 metreyî derbas dike, çêbibe û ez vê yekê bi taybetî di vê heyama jiyana xwe de wekî dijwariyek mezin dibînim."
Yekemîn jina Mexribê tevî bebikê xwe hilkişiya serê çiya
 Îptîsam Azawî jî jineke Mexribî ya bi heman hewesê ye. Ew hildikişe lûtkeyên bilind ên Mexribê lê di dijwariya xwe ya paşîn de wê hilbijart ku bi bebikê xwe yê çar mehî re biçe serpêhatiya xwe ku bi wê yekê re dijwariyek nû tomar bike wekî yekem jina Mexribî bi bebikê xwe re hilkişiya ser çiyayê Toubkal. Der barê vê zehmetiyê de Îptîsam Azawî ji ajansa me re wiha got: "Dema ku min biryar da ez ezmûnê bikim, min hemû tirs li aliyekî hişt û biryar da ku xwe bigihîjînim serê çiyê û hemû astengiyan ji bo kurê xwe derbas bikim. Dema ku min dest bi hilkişîna çiyê kir, min li jor nenihêrî da ku paşve nezivirim û ne jî bitirsim û biwestim. Min armancek danî pêşiya xwe ku kurê xwe biparêzim û wî bigihîjînim serê çiyê, min kir û ew ezmûnek ecêb bû."
Destpêka serpêhatiyê
Der barê destpêka hilkişîna xwe de jî dibêje: "Mijarê ji zarokatiyê ve dest pê kir, ez hildikişiyam ser daran û piştre mesele ji çiyayan re bi pêş ket, li wir min amûrên hilkişîna lûtkeyan bi kar anî, piştre min hewl da bê alavên di şemalan de hilikişim."
Îptîsam Azawî hestên xwe yên dema çiyageriyê tîne ziman û wiha diaxive: "Çiyabûn nayê wateya bêhişmendiyê lê belê  tê wateya kêfê û ew dihêle ku hûn ji cîhanê hez bikin û rêz ji kesên din re bigrin û hûn xwedî biryar bin ku bigihîjin armancê û ji qedexeyên rojane azad bibin. Bêguman ev hemû jî hestên mirovî ji yên din cudatir dike, dilşadiyeke ku nayê vegotin û baweriyek mezin heye ku jiyana we diyar dike."
 Derfetên serkeftinê
Îptîsam Azawî bal dikşîne ser werzîşa hilkişîna çiyayan û dibêje: "Perwerdeyeke cidî pêwîst e ji bo ku şansê serkeftinê zêde bibe, ji ber ku hilkişîn ji bo jinan werzîşeke dijwar e û hewl, îrade û enerjiyeke mezin dixwaze û wiha berdewam dike: “Gelek cureyên hilkişînê hene, wek hilkişîna bi alav û benan. Her wiha hilkişîna bi lingan, hilkişîna li ser şelaleyên çiyayan, hilkişîna li ser deştên qûmî, yan jî hilkişîna bi dar û avahiyan û gelek astên hilkişînê yên din."
Îptîsam Azawî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku hilkişîn ne hêsan û ne zehmet e jî her jinek dikare vê pêk bîne, ji bo ku bigihîje armanca xwe divê xwedî biryar, îrade û azwerî be û piştre perwerdeyeke berfireh bigre da ku bi ser bikeve. Ew dibîne ku qadeke tenê bi mêr ve girêdayî ye heye lê belê jin dikarin bikevin her qadê, çiqas zehmet be jî dikarin di wî warî de şiyana xwe îsbat bikin û li hemberî zehmetiyan çi dibe bila bibe li ber xwe bidin.