Jinên ciwanên Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê voleybol lîstin
Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo bal bikşandina ser tundutijiya li ser jinê li gundê Digurê yê Şengalê listika voleybulê listin.
Şengal - Şideta li bermberî jinê li tevahî cîhanê bi awayeke sîsetmatik ji aliyê aqilyeta mêr ve tê meşandin. Desthilatdariya mêr a ku ji hêz û enerjiya jinê ya herikbar ditirse, di her qadê jiyanê de ji bo jinê ji civak û jiyanê dur bike dest bi rêbazên şîdetê dike. Ev şidet car bi fizikî car bi gotinî carna jî di warê derunî de li ser jinê bikartîne. Di her serkeftineka jinên cihanê de li piştwê tekoşîn û berxwedaneke mezin heye. 25’ê Mijdarê jî yek ji wan tekoşîna ne ku jinên Emerika Latîn di 1981’an de di kom civînek ya xwe de biryar didin kû ji bo bîranîna Xuşkên Mîrabel roja 25’ê Mijdarê bibe roja li dijî tundutijiya li ser jinê û bi têkoşîna van jinana piştî 10 salan Neteweyên Yekbûyî vê rojê weke rojeke cîhanî ya li dijî tundutijiya li ser jinê naskirin.
“Di Êzidiyatiyê de jin pîroze”
Ji bo jinên azad tenê cih û dîrok tên guhertin nexwe li her devera cîhanê jinên ji bawerî û çandên cuda hertim li bermberî aqilyeta desthilatdar di şert û mercên herî zor de jî têkoşîn rêya yekane û jêneveger buye. Yek ji van civakan jî civaka Êzidî ye, civaka Êzidî xwedî çandeke bi xweza û jinê ve girêdayî ye, di tevahî rê û resmên xwe yên baweriya Êzidiyatiyê de jin pêşenktiya wê dike, cihê dayikê jî cihek pîroze. Lê pergala desthilatdaran a ku ji derveyî xwe tu rengan nasnake, bi hezaran sale ji bo ev çada bedew a Êzidiyatiyê nemîne 74 ferman di serê vê civakê de anîye. Di her fermanekê de jî jin bûn armanca mêrên desthilatdar, van ferman û zextên heyî kir ku di nava civaka Êzidî de jin jî rastî zextên cur be cur werin û bi demê re navê her tevgerek jinê bibe qedexe û şerim.
Jinên Êzidî yên ku piştî fermana 74’an ya 3’ê Tebaxa 2014’an roj bi roj xwe rêxsitin dikin dibêjin: “Piştî fermanê me fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nasî, em wê fikra Rêber Apo û çanda xwe ya Êzidiyatiyê di nava hev de bi hunin û di her qadê de xwe pêş bixînin ji bo civaka xwe ji paşverutiyan rizgar bikin.”
“Kuştina jinê kuştina civakê ye”
Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo balê bikşînin ser tundutijiya li ser jinê li gundê Digurê yê girêdayî Şengalê listika voleybulê listin. Berî jinên ciwan dest bi voleybulê bikin jimara 25 bi runiştî nivisandin û li du wê ji aliyê endama rêveberiya jinên ciwan Sara Botan ve li ser wateya rojê axivî.
Sara Botan di despêka gotinên xwe de tundutijiya li ser jinê şermezar kir û got ku li bermberî fikra zilamê serdest ewê tevahî rojên xwe bikin rojên tekoşînê û wiha berdewam kir: “Zext û zora li ser jinên cihanê tên kirin di Şegnalê de jî hemane gelek keçên ciwan ên Êzidî ji ber sedemên cuda çare di kuştina xwe de dibinin lê em baş dizanin ku sedem desthilatdarî ya mêre, sedem ev pergala ku çihê jinên têde nîne ye. Kuştina jinê kuştina civakê ye, ji ber wê jî em weke jinên ciwan em ê heya dawiyê li bermberî tundtijiyê tekoşîn bikin û emê civaka xwe ji bin desthilatdariya mêr derbixin.”
“Bi rêxsitinbûnê emê siberoja azad avabikin”
Sara Botan bal kişand ser tekoşîna jinên Êzidî û wiha domand: “Piştî fermanê jinên Êzidî gelek guhertin dan çêkirin. Minak ev voleybula ku niha keçên ciwan dilîzin berê ji bo jinan eyb dihate dîtin, hîna jî fikrên wiha hene lê em weke jinên ciwan emê bi rêxsitinbuna xwe van ferasetan bişkênin û emê bikin ku tevahî jinên Êzidî siberojên azad bijîn."
Piştî axaftinan maça voleybolê ya jinên ciwan despêkir. Tîma Sînunê û tima Dugurê ya keçên ciwan li bermberî hev listin. Di listika keçên ciwan a ku bi armanca bal kişandina ser roja tekoşîna li bermberî tundutijiya li ser jinê de Tîna Sînunê 3 bi 1 jî tima Dugurê birin. Di dawiya lîstikê de tîma bi ser ket hat xelatkirin û diyariyên xwe girtin.
Jinên ciwan gotin ku ji bo ew ferasetên cewt ên dibêjin ‘jin nikarin’ biguherîn vê listikê diliyizin.
“Em di van lîstikan de gelek pêş ketin”
Ciwana binavê Wefa Fanu ya ku 3 sale karê werzîşê dike diyar kir ku weke keçên ciwan ew tundutijiya li ser jinê tucaran na pejirînin û ew wê bi rêxsina xwe dawiya tudutijiyê bînin û wiha berdewam kir: “Her ku jin bi kar û xebatên cuda re mijul bibin bêtir pêşdikevin. Berî fermanê ji bo jinê karê werziş û gelek karên din şerim dihatdîtin lê piştî fermanê jinê xwe rêxistin kir û daxwaza mafên xwe kir. Ji bo wê niha li gor berê bêtir jinên Êzidî bi vîna xwe kar û xebat dikin lê gelek kême. Em divan listikan de gelek pêş ketin, em ji bo pêşbirkan diçin derveyî Şengal jî û em bi pileyên bilin jî vedigerin. Ji ber ji jinê re di her milî de qedexe hene ji bo wê jin li malê de dimînin û demê dimînin ji ber xwendin û xebatek nîne jin di warê derunî de zorahî dibine. Divê li tevahî cîhanê mafê jinê were dayîn, ji ber jin hêjayî tevahî bedewiyane.”