Jinên ciwan ên Xurmalê ji bo xwe parastinê fêrî qerete dibin

Dibistana fêrbûna qereteya keçên Xurmal ev nêzî du mehan e hatiye vekirin û jinên ciwan ên sînorê Xurmal berê xwe didinê û dixwazin di aliyê werzîşê de bigihîjin asta serkeftinê û her wiha fêrî xweparastinê bibin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helepce - Li taxek diyar a Xurmal cihê fêrbûna qereteya keçên Xurmal hatiye vekirin, zêdeyî 50 jinên ciwan û zarok beşdar dibin. Ev dibistan du meh e hatiye damezrandin û ji ber xwestekek zêde li ser heye plan dikin ku cara duyemîn perwerdeya werzîşê vekin.

Lîstikvan û mamosteya dibistana qereteya keçên Xurmal Şênî Zahir Mihemed da diyarkirin ku piştî wan hewl daye dibistaneke werzîşa keçan vekin, destpêkê pêwîstiyên dibistanê dabîn kirin û wiha got: “Ev dibistan ji bo werzîşa keçan hatiye vekirin, ji derveyî fêrbûna qereteyê fêrî melevaniyê dibin û werzîşê dikin ji bo ku bi hêz bibin.”

“Niha jinên ciwan û zarok berê xwe didin werzîşê”

Şênî Zahir destnîşan kir ku di dema vekirina dibistanê de hejmarek zêde ya jinên ciwan û zarok berê xwe didin dibistana werzîşê û hejmara wan ji 50 kesan zêdetir e. Keç gelek ji werzîşê hez dikin û dixwazin bigihîjin asta serkeftinê lê belê ji ber nebûna demê nikarin weke pêwîst dem bidin werzîşê.”

Sena Ferîdûn a 14 salî ku dixwaze beşdarî hilbijartinên Iraqê bibe daxwaz ji jinên ciwan kir ku berê xwe bidin dibistana werzîşê û antremanan bikin heta ku bigihîjin serkeftinê.”

Dibistana keçên Xurmal ev du meh in hatiye damezrandin û zêdetirî 50 lîstikvanên xwe heye, di nava hefteyê de sê roj û rojane sê saet antreman tê kirin, niha jî ji bo bilindkirina hêza jinên ciwan antreman hatine zêdekirin.