Jinên ciwan ên Reqayê xwe di werzîşê de bi pêş dixin

Jinên ciwan ên bajarê Reqayê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê piştî salên rizgariya ji destên çeteyên DAIŞ’ê beşdarî hemû werzîşan dibin û hewl dibin xwe ji her cure erîşan biparêzin.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Bajarê Reqayê, di 17’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê QSD’ê ve bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên bi kiryarên xwe yên li dijî jinan tên nasîn Reqayê kiribûn paytaxta xwe, gelek kiryarên dermirovî li dijî jinan kirin. Jinên di rizgarkirina Reqayê de li refên pêş cih girtin di hemû qadên jiyanê de bi awayekî çalak cih digrin. Jinên ku di qada werzîşê de xwe bi pêş dixin axivîn.

 ‘DAIŞ’ê li Reqayê jinan ji her tiştî bêpar hiştibû’

Seroka federasyona werzîşê Najwa Abozir wiha got: “Ji bo jin beşdar bibin weke basketbol, futbola, rakirina kîloyan, karete, tekwando, topa mase û setrencê me lîstikên tekane û komî aktîf kirin. Jin di hemû cureyên werzîşê de kêm dimînin û klubên taybet ji bo jinan tune ne lewre çalakî û werzîşên jinan li Reqayê hat aktîfkirin û pêşxistin. Werzîşa jinan nemabû ji ber zextên DAIŞ’ê li ser jinan ferz kiribûn hemû mafên wan ji dest wan girtibûn. Armanca aktîfkirina stadyuma şaredariyê ya werzîşê pêşxistina werzîşa jinan e. Ji ber ku piştî salên çewisandinê jin bikaribin beşdarî hemû werzîşan bibin, rewşa xwe biguherînin û mafên xwe bi demê re bi dest bixin.”

‘Em hewl didin klubeke taybet a werzîşî ku jinan pêk tê ava bikin’

Najwa Aboriz der barê astengiyên dema tîmên jinan ava bûne de dibêje: “Destpêkê malbatan red kirin keçên xwe tevli rahênanên werzîşê bikin, lê bi îsrara me razî bûn û pejirandin. Pişt re malbatên wan bi xwe wan anîn klubê û piştgiriya wan kirin. Me mamosteyên pispor anîn, ji bo hemû hêza xwe bidin kar û bi ser bikevin di serî de dest bi rêxistinkirinê kirin, bi amadekirina tîmên jinan em ê tevli pêşbirkên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Ji bo hejmareke jinan zêde bînin û warê werzîşa jinan di herêmê de berfireh bikin. Em hewl didin klubeke taybet a werzîşî bi jinan ava bikin.

‘Bi piştgirîya mamoste û hevalên xwe min astengî derbas kirin’

Lîstikvana kareteyê Sema El-Seyêd Ehmed a 14 salî got: “Ji du mehan ve ye ez tevli kluba werzîşê bûme. Destpêkê rastî hin pirsgirêkan hatim lê bi piştgiriya mamoste û hevalên xwe tevli beşa kareteyê bûm min berdevam kir û her tişt derbas kir ranewestiyam ji şaşîtiyên xwe fêr dibim û bi pêş dikevim.”

‘Xeyala min ew e ku ez bibim lîstîkvaneke navdar’

Hadeel Haj Elî ya 15 salî jî behsa ezmûna xwe û pêşketin û serkeftina piştî 2 salan tevlibûna wê klubê dike û dibêje: “Bi piştgiriya hevalên xwe ez tevlî klubê bûm, xeyala min ew e ku li ser asta hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ez bibim lîstikvaneke navdar, gav bi gav min dest bi rahênanên sereke kirin ku pişt re tevlî pehlewaniyan bibim. Di rahênanên du salan dîtine de min kembera kesk girt, ji bo ez bibim pêşenga hemû keçên herêmê û piştgiriya wan bikim tevlî werzîşê bibim û xwe bi pêş bixim. Ez hewl didim niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibim yekem.”