Jinên ciwan ên Reqayê di basketbolê de dibêjin ‘em jî hene’

Jinên ciwan ên li Reqayê bendên civakî şikandin û di gelek turnuvayan de serkeftinan bi dest dixin.

BERAA CALÎ

Reqa – Jinên ciwan ên ji kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê klîşeyên li ser beşdariya jinan a di werzîşê de, li herêmê şikandin. Bi piştgiriya Rêveberiya Xweser, rewşa werzîşê ku bi dehan salan ji ber dûrketina herêmê xirab bûbû, ji nû ve zindî kirin.

Li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, jin her roj bi xebat, çalakî û serkeftinên nû derdikevin pêş. Bi rêya perwerde, qurs, semîner û çalakiyên curbicur ji nû ve dibêjin “Em jî hene.” Li gelek deveran jin di warê werzîşê de xwe bipêş dixin. Yek ji van deveran jî, Reqa ye.

Jinên ciwan ên ji Reqayê, tîmên werzîşê yên jinan ava kirine. Basketbola jinan yek ji girîngtirîn û berfirehtirîn werzîşên jinan e. Basketbol ji bo bedena mirovan gelek baş e. Feydeyên wê yên wek baştirkirina rewşa laş, avakirina hêz û berxwedanê û beşdarbûna di pêşxistina baweriya bi xwe û nermbûnê de ne. Tê pêşniyarkirin ku meriv di temenê ciwan de wê pratîk bike da ku jêhatiyên bedenî û derûnî ava bike.

Spora basketbolê ji bo tenduristiyê baş e

Basketbol werzîşek pêşbirkê ye ku li salon û qadên basketbolê tê lîstin. Ew dibe alîkar ku tenduristî û giraniya îdeal were parastin, mirovan enerjîktir û çalaktir dike. Lîstikvana 18 salî Sabah Ereb li ser destpêka xwe ya vê werzîşê wiha dibêje, "Di navbera dibistanan de turnuvayek basketbolê ya jinan hat organîzekirin û ez yek ji jinên ciwan bûm ku beşdar bûm. Di destpêkê de, em biser neketin, ji ber ku me xwe baş perwerde nekiribû. Werzîş li ser serketin û windakirinê ye û windakirin li ser fêrbûn, rawestandina xeletiyan û pêşvebirinê ye."

'Basketbol wek rihek di hundirê min de jîn dibe'

Sebah Ereb piştî demekê xwe li mal û stadyûmê baş perwerde kir. Sebah dibêje: "Li gorî rêzikan me dest bi lîstinê kir. Perwerde di nav xwe de maçên di navbera tîmên herêma me de digirt. Ez jî beşdarî wan maçan bûm û gav bi gav berdewam kir heta ku jêhatî bûm. Îro, em bi tîmên ji bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nav de Kobanê, Qamişlo û Tebqa heye, beşdarî turnuvayan dibin. Tîma me di maça xwe ya li dijî tîma El-Cezîreyê de pileya duyemîn bidest xist. Basketbol ji bo min gelek girîng e. Ew ruhek din e di hundirê min de. Dema ku ez wê dilîzim, pir kêfxweş dibim û bêyî wê nikarim bijîm."

'Guh nedin gotinên civakê'

Sebah Ereb anî ziman ku civak li hember jinan bêrehm e û naxwaze ew pêşve biçin, lê hêza wan ku wan ber bi pêş ve dibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li gor civakê jin tevlî qada sporê bibin gelek şerm e, lê ger em guh bidin van ramanan, jiyana me dê wek rojek dubare bibe. Piştgiriya malbatê girîng e û ez hêza xwe diafirînim û bi tenê bi dê û bavê xwe re yên ku hêza berdewamkirinê didin min, bi zehmetiyan re rûbirû dimînim. Ez her jinek ciwan ku dixwaze beşdarî qada werzîşê bibe, teşwîq dikim."

'Divê jin sînorê tirsê bişkînin'

Rîtaj El-Hamoud jî, derbarê beşdarbûna xwe ya basketbolê de da zanîn ku her tişt li dibistanê dest pê kiriye û wiha got: "Rahênerek hat û li keçên dirêj ên ku ji bo lîstina basketbolê dilxwaz bûn û jêhatî bûn digeriya. Wî ez hilbijartim. Min di maça xwe ya yekem de zehmetî kişand, lê bi demê re hînî wê bûm û min karî jêhatiyên xwe bipêş bixim. Bavê min li dijî fikirê ku beşdarî vê qadê bim derket, dema wî dît ku ez xwedî hêz û hewesa vê werzişê me, wî ez teşwîq kirim û dayîk û xwişka min piştgirî dan min. Yekem kesên ku min teşwîq kirin, rahêner û hevala min bû. Em bi coş û kelecan perwerde dikin ji ber ku di destpêka meha bê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnuvayek heye. Em bi kelecanek mezin li benda turnuvayê ne. Banga min ji her jinekê re ku dixwaze beşdarî qada sporê bibe, bila benda tirsê bişkîne."