Jinên ciwan ên Şengalê voleyîbol lîstin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li gel jinên ciwan ên Komelgeha Borik a Şengalê listoka voleybolê lîstin. Di encamê de jinên ciwan ên Komelgeha Borik bi ser ketin.

Şengal - Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li Komelgeha Borik a Şengalê listoka voleybolê lîstin. Di listokê de jinê ciwan ên Navçeya Sinun û Komelgeha Dugurê hatin beramberî hev. Di lîstikê de koma sitêrkên Dugurê bi ser ketin. Di dawiyê de li gel herdu timan posterên Şehît Bêrîvan ji jinên ciwan ên serketine re hatin diyarî kirin. Di dawîya listokê de jinên ciwan têkildarî xebatên xwe yên werzîşê û lîtika ku lîstin nêrînên xwe anîn ziman.

Ev ne tenê yariyek a werzişê ye”

Listokvana tima Sitêrkên Dugurê Lamya Emer bi van gotinan giringiya xebatên Jinên ciwan anî ziman: “Ez jî Dugurê me. Ev sê salin em di xebatên werzişê de cihê xwe digirin. Ji bo me keçên ciwan ev xebat xebatên gitingin. Ji ber ku em civaka xwe dizanin û zextên li ser me jinan tên kirin jî dizanin. Malbata min bi xwe rêgiriya min nake lê gelek keç hene di werziş û karên din de jî jêhatine ji ber zextê mêr, bav, bira û hevalên xwe nikarin ji malên xwe derkevin. Em bivê yekê dêşin. Em hêvî dikin tevahî keçên ciwan bikevin nava kar û xebatê û xwe rêxistin bikin.”

“Emê bi têkoşînê dawiya fermanan bînin”

Ehlam Botik endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî jî xebatên bi vî awayî yên keçên ciwan serkeftî dibîne û wiha got: “Ji bo me jinên ciwan kar û xebatên wiha dinava civakê de pêşxistin, pêşkeftineke mezine. Ji ber ku em civakek ji fermanê rizgar bûne, van fermanan di nava gelek ferdên civaka me de bitaybet bi jinên Êzidî re reşbînî û bêhêvîtî pêşxistibû. Ji bo bandorên fermanê li nava civaka me nemîne me jinan destê xwe kiriye yek û emê bi tekoşînê dawiya paşverutî û fermanan bînin.”