Jinên ciwan cara yekem li Şengalê beza maratonê kirin

Li Şengalê duh di demjimêrên êvarê de jinên ciwan ên gundê Guhbel ji bo piştgiriya xwe bidin PADÊ pêşbirka bazdanê li dar xistin.

Li Şengalê duh di demjimêrên êvarê de jinên ciwan ên gundê Guhbel ji bo piştgiriya xwe bidin PADÊ pêşbirka bazdanê li dar xistin. 
Şengal- Roj bi roj li Şengalê jiyan dixemile. Civaka Êzidî ya ku 74 ferman li pey xwe hişt, di nava 7 salan de ji bo avakirina jiyan û pêşerojek azad, ji bo pêkanîna xeyalên bi sedan şehîdên xwe bênavber di nava liv û tevgerê de ye. Êzidiyên ku şiyar bûne, ji bo avakirina xweseriya xwe û xwerêvebirinê, rêgeza yekem ji bo xwe bi rêxistinkirin û perwerdekirinê hilbijartine. Di encama van xebatên pîroz de dîwarên ku her fermanek ji bo jinam daye avakirin yek bi yek tên rûxandin.
Jinên ciwan cara yekem li Şengalê beza maratonê kirin. Duh di demjimêrên êvarê de jinên ciwan ên gundê Guhbel ji bo piştgiriya xwe bidin PADÊ  pêşbirka bazdanê li dar xistin. Beza maratonê ji navenda sûka gund heya şarevaniya gund berdewam kir. Di pêşbirka ku 15 jin beşdar bûn de 2 xwişkên bi navê Ronya Qasim û Ruweyda Qasim bûn yekem û duyemên maratona nezdanê. 
“Partiya me serkeftina me ye”
Ciwana bi navê Emîra ya ji gundê Guhbel bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo PADÊ  tîne ziman: “Îro em jinên ciwan li vir kom bûne em ê bi beza maratonê piştgiriya xwe bidin PAD’ê. ez hêvî dikim ku her kes dengê xwe bide PADÊ  ji ber ku serkeftina PADÊ  serkeftina me ye.”
Serkeftina îradeya civakekê ji bo her kesê dibe şanazî û cihê baweriyê ji bo wê ye ku tevahî civaka Êzidî ya ku daxwaza parastina bawerî û çanda xwe dike, kar û xebatên piştgiriyê bênavber dide domandin. Serkeftina Partiya Azadî û Demokrasiyê (PADÊ) serkeftina tevahî civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî ye. Ji ber wê ye ku ciwana bi navê Emîra dibêje: “Ger PAD serkeftî be, wê em, gelê Şengalê û bi taybetî jinên Şengalê bi aramtir bin. Loma jî ji bo serkeftina partiya xwe çi ji me were xwestin em ê bikin.”
Dawiya Pêşbirkê axaftin ji aliyê Hevseroka PADÊ  Zehra Silêman, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî û Endama Yekitiya Ciwanên Êzidî, Cîhan Şengalî ve hatin kirin.
“Ji bo xweseriya xwe dengê xwe bidin xwe”
Di axaftinan de Hevseroka PADÊ  Zehra Silêman beza maratona jinên ciwan pîroz kir û diyar kir ku bi serkeftina PADÊ wê jin jî bi ser bikevin, ji ber ku PADÊ li dijî fikra desthilatdarî û koletiya jinan e. Zehra Silêman got: “Ji bo em azadî û aramiyê di nava civaka xwe de bi pêş bixin çawa em li ser sozên xwe yên nava van 7 salan de sekinîn û me bi hev re hemû merheleyên zor derbas kiribin em ê careke din jî soza xwe nû bikin û ji bo avakirina xweseriya Şengalê kar û xebatên xwe bidomînin.” 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî û Endama Yekitiya Ciwanên Êzidî, Cîhan Şengalî jî bi van gotinan piştgirî û bangawaziyên xwe anîn ziman: “Ji bo me ev hilbijartin derfetek e. Divê weke civaka Êzidî em baş bi kar bînin. Em tev di wê zanebûnê de ne ka kî wê ji bo çi kar û xebat bide meşandin. Em ji tevahî gelê xwe daxwaz dikin ku piştgiriya xwe bidin xwe da ku em bikaribin bibin hêz û jiyana bi ewle ava bikin. Em daxwaz dikin ku tevahî gelê me dengê xwe bide PADÊ ji ber ku serkeftina partiya me temînata xweseriya gelê Şengalê ye.”